Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin yên Kurd didome. Hat gotinku rewşa tendirustiya giriya siyasî ya Kurd Zeyneb Celalyan nebaşe, pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye, lê rayedarên girtîgeha rejîmê destûr nadin were dermankirin.
Li gor nûçeya malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaşe û ew ji mafê xwe yê tedawiya pizîşkî hatiye bêparhiştin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 18 sal in Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye, pêre nexweşiyên çav, gurçik û rûviyan çêbûye, li gor testên berî niha hatine kirin pêwîstiya wê bi neştergeriyê heye.
Her wiha hatiye gotin ku Celaliyan gelek caran ji aliyê berpirsên girtîgeha Yezd ve rûbirûyê îşkence û heqaretan hatiye.
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25ê Sibatê de bi tometa “Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda” cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayê.