• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zeyneb Murad: Êdî bêyî Kurdan nikarin biryarê bigirin  

Navenda Nûçeyan /AW

28 GULAN 2025 - 08:19
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Hevseroka KNKê Zeyneb Murad anî ziman ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke gelek mezin e û got: “Hêzên serdest êdî nikarin wekî 100 sal berê bi peymana Syket Pîcotê Kurdan bi rêve bibin. Bêyî Kurdan nikarin biryaran bigirin.”

Kongreya Asayî ya 23yemîn a KNKê di 24-25ê Gulanê de civîna giştî pêk anî. Di kongreyê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdan, stratejiyên diplomasiyê û yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh kirin. Di kongreyê de Hevserokên KNKê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ji nû ve wekî Hevserok hatin hilbijartin. Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar aliyên Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.

Li gorî rêziknameya navxweyî hejmara endamên Konseya Rêveber 19 kes bûn. Ji ber zêdebûna qadên kar ên KNKê pêşniyar hate kirin ku hejmara endamên Konseya Rêveber bibe 23 kes. Piştî pêşniyaran biryar hat girtin ku meclis ji 19 kesan derkeve 23 kesan. Hin delegeyên ku ji ber pirsgirêka vîzeyê nekarîn tev li kongreyê bibin û li Kurdistanê û Rûsyayê ne, bi dîmen tev li rûniştina kongreyê bûn. Piştî dengdana li ser rêziknameya navxweyî, hilbijartin hate kirin û Ahmet Karamûs û Zeyneb Mûrad careke din bûn Hevserokên KNKê.

Hevseroka KNKê Zeyneb Murad têkildarî kongreya giştî ya KNKê ji Bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir. Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradê anî ziman ku kongreya giştî ya 23yemîn bû pêk hat û wiha got: “Di 26emîn salvegera damezirandina KNKê de ev kongre pêk hat. Ev kongre di demeke pir girîng û hesas de pêk hat. Di pêvajoya ku guhertinên mezin û pêşketinên mezin di asta Rojhilata Navîn û Kurdistanê de pêk tên de ev kongre pêk hat. Bi taybet di vê qonaxê de piştî 27ê Sibatê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bandora xwe li ser pêvajoyê kir. Bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Vê bangê bandoreke mezin li ser siyaseta Kurd kir. Bandora xwe li ser kongreya me jî çêkir. Her kes bi hesasiyeteke mezin nêzî vê mijarê bû.”

Herî zêde li ser yekîtiyê niqaş pêş ketin

Zeyneb Muradê anî ziman ku di roja ewil de peyam hatin xwendin û ev agahî parve kir: “Di kongreyê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayet, endamên KNKê û mêvanên ku beşdar bûn nirxandinên xwe kirin. Her kesî nerînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe anîn ziman. Mijara herî girîng Yekîtiya Neteweyî bû. Di vê qonaqa dawî de bêtir pêdivî bi yekîtiyê heye. Loma herî zêde li ser yekîtiyê niqaş pêş ket.

Hevseroka KNKê Zeynep Muradê bal kişand ser biryarên konferansê û wiha got: “Biryarên giştî derketin holê. Mijara ‘Em çawa dikarin yekîtiya neteweyî ava bikin’ derket pêş. ‘Em çawa dikarin hamleyek yekrêzî û stratejiyek xurt derxin pêş derket pêş. Dîsa meseleyên taybet hebûn. Li Tirkiyeyê qonaxeke nû hatiye destpêkirin. Daxwaza dewletê ji tevgera azadî hebû. Piştî banga dîrokî ya Rêzdar Abdullah Ocalan PKKê agirbest îlan kir. Li ser banga Rêzdar Ocalan PKKê Kongreya 12emîn pêk anî. Ev mijar hemû di kongreyê de hatin axaftin. Me di niqaşan de got ‘Çawa em dikarin wekî hêza Kurdî çi di aliyê dîplomasiyê de û çi di aliyê siyasetê de em dikarin bibin destek. Em çawa dikarin pirsgirêka Kurd di aliyê hiqûqî û siyasî de li Tirkiyeyê çareser bikin? Ev sernav me niqaş kirin.”

Em çawa dikarin ziman û çandê biparêzin?

Hevseroka KNKê Zeyneb Muradê bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Piştî banga dîrokî ya 27ê Sibatê me dît ku rayedar û nûnerên welatên cîhanê helwesteke çawa nîşan dan. Di kongreyê de biryara piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûri konferansa yekrêziyê pêk hat. Ev konferans wekî pêngavek girîng hat nirxandin. Mijara ‘Ji bo serkeftina siysaseta Kurdî ya li herêmê em çawa dikarin wekî gelê Kurd bibin alîkar? hat nirxandin. Rewşa Îranê jî di kongreyê de hat niqaşkirin. Li Îranê jî em dibînin guhertinên mezin hene. Em dibînin ku Îran jî neçare xwe biguherîne. Li Başurê Kurdistanê jî li gel statuyeke wê heye jî divê bê guhertin. Li ser çar aliyan niqaş hat kirin. Ji bo em çawa bibin alîkar pêşniyar û nirxandin hatin kirin. Dîsa rewşa gelê me yê li dîasporayê hat niqaşkirin. Di vê guhertina cîhanê de em çawa dikarin ziman, çand û nasnameya xwe biparêzin. Ev erkeke mezin e dikeve ser komisyona KNKê. Lê di serî de mijara “Aştî û Civaka Demokratîk” em çawa dikarin pêş bixin? hate niqaşkirin.”

Kurd êdî xwedî hêz in

Zeyneb Murad li ser hêzên mezin ên cîhanê ku siyaseta xwe li ser teşekirina Rojhilata Navîn pêşve dibin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li aliyê din em dibînin ku îro Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke gelek mezin e. Êdî nikarin wekî 100 sal berê bi peymana Syket Pîcotê Kurdan bi rêve bibin. Bêyî Kurdan li ber çavan bigirin nikarin biryaran bigirin. Li gorî rewşa cîhanê plan û plansaziyên me jî hene û dê planên me ji yên berê cudatir bin. Di aliyê dîplomasiya hundir û derve de jî biryarên girîng hatin girtin.”

Hejmara endamên meclisê zêde kirin

Zeyneb Murad li ser zêdebûna endamên meclisê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li gorî pêwistiya kar û xebatê hejmara meclisê hat zêdekirin. Ji bo di aliyê siyasî, civakî û çandî de di desteya rêveberiya KNKê de cihê xwe bigirin pêdivî bi zêdekirina hejmara endamên meclisê hat dîtin. Me pêwistî dît ku em hejmara meclisê mezin bikin. Li gelek welatê cîhanê endamên me hene. Li her derê cîhanê Kurd hene. Ji Kafkasya, Japonya, Kanada DYA û gelek welatên din Kurd hene. Ji bo em karibin pêwendiyê bi hemû Kurdan re çekin, pêwistî bi zêdekirina hejmarê heye. Ji bo pêdiviya ‘Em li çar aliyê Kurdistanê jî em çawa dikarin bi hevre vî karê ku me daye pêş xwe bimeşînin.’ Hejmara meclisê zêde bû. Li gel me Suryanî, êzidî û gelek pêkhateyên din bi mere dijîn. Nûnerên wan jî din ava meclisê de cihê xwe girtin.”

Zeyneb Mûradê bal kişand ser sekna partiyên siyasî û yekîtiya gelê Kurd û wiha lê zêde kir: “Niha xebat didome. Vê qonaxa heyî bingehek ava kiriye. Piştî serdana şandeya Îmraliyê û banga Birêz Ocalan, şande çûn başûr. Bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Vê yekê bingeheke erênî û baş ava kir. Em dikarin li ser vê zemînê karên xwe mezintir bikin. Bi taybetî piştî vê bangê gelek partiyên siyasî cudahiyên xwe danîn alîyekî. Ev bang pir bi erênî pêşwazî kirin. Her kes bi baldarî nêzîk dibe. Di demên pêş de dê kar û xebatên me firehtir bibin.”

Em bi hevre yekîtiyê xurt bikin

Zeynep Muradê herî dawî bang li hemû partiyên Kurdan kir û got: “Em bang li her kesî dikin ku her kes bi ruhê yekîtiya neteweyî tev bigerin. Em bawer dikin ku dê her kes bi ruhê yekîtiyê nêzîk bibin. Em wekî KNKê hewl didin ku hemû partiyên çar aliyan di bin baneyekî de kom bikin û yekîtiyekê pêş bixin. Ez bawerim her kes dê hesas nêzîk bibin. Werin em bi hevre di bin baneyê vê saziyê de van kar û xebatan bi rêve bibin.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Muzîkê bi kelecaneke mezin bidawî bû

Mîhrîcana Muzîkê bi kelecaneke mezin bidawî bû

14 KANÛN 2025
Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025
Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

14 KANÛN 2025
Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

Gelê Licê: Ji tiryak û fihûşê re cih tune ye

14 KANÛN 2025
Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

Qetilkiriyên di dema qedexeyên derketina derve de hatin bîranîn

14 KANÛN 2025
Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

Gulistan Sonuk: Komun û meclis bi qasî av û nan pêwîst e

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (250)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne