Amed – Li Bazara Kelûpelên Kevn ya Amedê her tişt heye. Berbanga rojê dest pê dike û zû diqede. Her çiqas eleqe ji bo bazarê hebe jî lê firoşkarên bazarê ji ber cih bi gilî û gazinin û dixwazin şaredarî ji bo wan cihekî çêke.
Li Semta Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê her hefte roja Yekşemê Bazara Kelûpelên Kevn ango desta duyem tê danîn. Di bazara tê danîn de cil û bergên kevn û nû, amûrên elektronîk, pêlav û gelek tişt tên firotin. Firoşkar bi şev saet li 23.00an diçin tiştên xwe datînin bazarê û her roja Yekşemê şeveqê zû saet li 06.00an dest pê dike. Firoşkar şeveqê zû li benda mişteriyên xwe ne. Bazara ku bi berbanga sibehê de dest pê dike, rengîniya xwe nîşan dide lê li aliyê din jî rewşa feqîriyê ya xelkê jî nîşan dide. Her çiqas eleqeya welatiyan ji bo bazarê hebe jî lê belê firoşkar ji ber pirsgirêka cih gelek bi gazin in.
Firoşkarên bazarê zor û zehmetiyên xwe jî tînin ziman.
Gazinên xwe li şaredariyê dike
Ramazan Aktaş ê li bazarê firoşkariyê dike anî ziman 150 sal in li Tirkiyeyê bazarên bi vî rengî hene û got ku bazara kelûpelên kevn mezin a 3yemîn li Tirkiyeyê li Amedê bû lê ji ber pirsgirêk û krîza aboriyê ev yek nemaye. Aktaş da zanîn ku astengiyên li deriyên sînor bandorê li ser karê wan jî dike. Aktaş gazinên xwe li şaredariyê dike û got: “Niha jî û di dema qeyim de jî ji bo vê bazarê tu tişt nehat kirinê. Em bang dikin bila şaredarî ji bo me cih ava bike. Ji ber cihekî me tune ye, em neçar in saet li didoyê şevê werin vir bisekinin. Heke cihekî ji bo me çêkin em ê wisa perîşan nebin.”

‘Havînê germ e, zivistanê sar e’
Osman Koyun ê firoşkar jî derbarê bazarê de axivî û wiha got: “Her însan li gorî xwe eşya tîne û difiroşe. Havînê em di bin tavê de dimînin, zivistanê jî em di bin baranê de ne û li ber sermayê ne. Em naxwazin di nav qilêr û çopê de vî karî bikin.”
‘Zivistan zehmetiyê dide me’
Diyadîn Aslan jî 30 sal in karê bazara kelûpelên kevn dike û ev yek anî ziman: “Em bi salan vî karî dikin. Ez saet li 4an têm vê derê. Em ji bo xwarinê bibin mala xwe neçar in di vê rewşê de bixebitin. Lê dîsa jî têra me nake. Ji ber ku cihê me tune ye em zivistanê li derve di bin şertên zehmet de dixebitin.”
‘Ez ji neçarî têm dixebitim’
Fatma Durmaz jî ku li bazarê firoşkariyê dike bal kişand ser xebata jinên li vê derê û got: “Ez li derve cilan berhev dikim û tînim li vê derê difiroşim. Ji ber ku rewşa aboriya mala me xerab e, ez neçarim werim bixebitim. Rojên ku hewa sar be ez pirr zêde aciz dibim, jinên ku li vê derê dixebitin heman pirsgrêkê dikişînin. Cîh nadin me û cihê me tune ye. Cihên em distînin carna ji me tê stendin.”
‘Bila şaredarî ji bo me cihekî çêke’
Metîn Turk ku li bazarê firoşkariyê dike got: “Şaredariya me soz da me ku wê cih ji me re çêke. Lê belê soza xwe bicih neanîn. Bila soza xwe bînin cih. Eşyayên me tev li bin baranê şil dibin û nayên firotinê. Tenê daxwaza me ew e ku êdî cihek ji bo me were çêkirin.”


























