• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

    Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

    Eniya şer berfireh dibe, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin bombekirin

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

Mahmût Altintaş / AW

6 ADAR 2026 - 09:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar anî ziman ku Tirkiye li gorî geşedanên herêmê neçare pêşniyarên entegrasyona demokratîk û hemwelatîbûna azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî holê gavan bavêje û wiha got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê jî divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Divê pirsgirêka Kurd rast bê pênasekirin û zagonên pêwist demildest bên derxistin.” Aydar şerê li herêmê jî nirxand û da zanîn ku tekane çareseriya pirsgirêkên herêmê pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re pêk anî de nirxandinên girîng kirin û diyar kir ku pêvajo gihiştiyê pêvajoya entegrasyona demokratîk û bingeha entegrasyona demokratîk jî wekî qanûnên hemwelatîbûna azad pênase kir. Abdullah Ocalan di peyama 27ê Sibatê ya salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de jî bi lêv kir ku pêdîvî bi qanûnên aştî û demokrasiyê heye. Piştî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çav li rayedarên dewletê ne ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê û entegrasyona demokratîk gavan bavêje. Dewlet ji bo avêtina gavan çiqas amade ye tê nîqaş kirin.

‘Pêşniyarên raporê divê bibin zagon’

Li aliyê din çav li rê ye ku rapora hevpar a Komisyona Meclisê piştî Cejna Remazanê biçe Komîsyona Edaletê ya Meclîse û piştrê jî ji Lîjneya Giştî ya Meclise re bê şandin. Raya giştî jî li bendê ye ku pêşniyarên di rapora hevpar a Komisyona Meclisê de hatinê kirin, bibin qanûn. Di xalên 6-7 ên rapora hevpar a Komîsyonê de ji bo demokrasî û hiqûqê pêşniyarên berfireh hatine kirin. Pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, rakirina astengiyên li pêşya mafên xwezayî, ji bo rêxistinê derxistina qanûnên taybet û guherandina sepana qeyûman ji xalên girîng ên peşniyarên rapora hevpar e. Li gorî rapora hevpar mafê hêviyê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar dabû dê çiqas bi cih were û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were di rojevê de ye.
Ji aliyê din vê jî kriz û aloziyên li Rojhilata Navîn piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê kûrtir bûn. Êrişên di 28ê Sibatê de destpêkirin hefteyeke berdewam dikin. Êriş her ku diçe belavî herêmeke berfireh dibe û taybet ji bo Iraq û Tirkiyeyê jî xetereyan bi xwe re tînê. Êriş dê bandoreke çawa li ser Rojhilatê Kurdistanê bike û ev rewş dê çiqas bandorê li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike nediyar e. Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar, derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rapora hevpar a Komîsyona Meclîse, şerê DYA, Îsraîl û Îranê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peymana xwe ya dawî de qala qanûn hemwelatbûna azad dike. Çend heftê berê jî rapora Komisyona Meclisê hate aşkerakirin. Peşniyarên di rapora Komisyonê hatine kirin çiqas li gorî hemwelatîbûna azad in?

Pêşniyarên Rêber Apo diyar in. Rêber Apo dixwaze vê pirsgirêkê bi hemû awayî çareser bike. Lê li ser qebûlkirina maf û hebûna Kurdan. Ev jî bi qebûlkirina mafên xwezayî yên gelê Kurd û wekî netewe nasîna gelê Kurd e. Divê li gorî wê jî qanûn bên amadekirin. Rêber Apo di pêşniyara xwe ya hemwelatîbûna azad de dibêje; ‘Hemwelatî ne ferzkirina netewekî li ser netewekî din e. Hemwelatî hemû kes bi nasname û netewbûna xwe bê qebûl kirin. Yanî hewce ye ku hemwelatîbûn were pênasekirin. Di mekezagona Tirkiyeyê de hemû netewên li Tirkiyeyê weke Tirk hatine penasekirin. Ew tiştekî li dijî xwezayê ye. Lê dema em berê xwe didinê rapor bi hişmendiyeke baş nehatiye amadekirin. Rapora komîsyonê dibe ku rê li ber çend tiştan vebike lê ne li gorî me ye. Pirsgirêka Kurd weke terorê hatiyê bi nav kirin. Em dikarin bêjin rapor gaveke lê tiştên em dixwazin di raporê de tune ne. Ew jî dê bimîne hêviya muzakereyan. Bi muzakereyan emê encaman bigirin. Lê em dikarin bêjin ew rapor kêm e û divê bê guherandin. Li Meclisê bi muzakereyeke di navbera tevgerê û dewletê de bi serkêşiya Serok Apo bê kirin heta qanûn tên li derxistin.”

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merhaleya pêvajo gihiştiyê weke merhaleya entegrasyona remokratîk pênase dike. Pêdiviya gavên ji bo entegrasyona demokratîk çi ne?

Hinek kes entegrasyonê weke asîmîlasyon digirin dest û berovajî dikin. Em bi dewletê re bi darê zorê hatinê entegrekirin. Navê wê jî entegrasyon nîne, zilm û asîmîlasyon e. Em jî dixwazin vê pergalê biguherînin. Bi entegrasyona demokratîk Kurd tevlî hiqûqa dewletê dibin. Niha Kurd di hiqûqa dewletê de tune ne. Yanî divê hiqûqa dewletê Kurdan jî bigirê nav xwe û bi wî awayî Kurd li ser esasê hemwelatîbûnek azad entegrasyonê pêk bînin. Ew jî li ser esasê hemwelatîbûna azad, naskirina mafan û wekheviyê çêdibe. Tevgera Kurd gav avêtine. Desthilatê jî li Meclisê Komîsyonek ava kiriye û rapora xwe pêşkêş kiriye. Niha şûn ve jî divê merhaleyek din pêk were. Ew jî merhaleya hiqûqî ye. Divê qanûn bên derxistin. Bingeha entegrasyonê bi qanûnan dibe. Divê Kurd bikarin bi nav û nasnameya xwe siyasetê bikin û zemîna wê bê ava kirin. Bi derxistina qanûnan Serok Apo jî di nav de kesên di zindanan de derbikevin, endamên rêxistinê tevlî siyasetê bibin, yên li Ewropa vegerin welat û Kurd di nava pergalê de bi nasnameya xwe bên qebûl kirin. Niha em hatine wê merhaleyê ku dewlet di parlamentoyê de dest bi derxistina qanûnan bike. Qanûn ne tenê Rêxistin dê çawa çek dayne û tevlî siyasetê bibe. Kurd dê çawa di hiqûqê de bên pênasekirin? Divê di raporê de têkiliya Kurd û Tirkan û sedemên pirsgirêka Kurd jî bihatina nivîsîn. Lê mixabin wisa nîne.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de dibêje ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye. Gelo Tirkiye çiqas ji bo derxistina qanûnên aştî û azadiyê amade ye?

Pêdivî bi wan qanûnan heye. Rewşa herême, şerê li herêmê niha diqewimin rastiya herêmê ne. Dewleta Tirkiyeyê jî mecbûre formûlekê bibîne. Jiyan mirov mecburî hin gavan dike. Kurd jî dibêjin em dixwazin bi dewleta Tirkiyeyê re li hev bikin. Yanî dewlet çiqas amade ye zêdetir mecbûrî heye. Yanî pêdivî heye ku ew qanûn pêk werin û pergal jî li gorî wê xwe ji nû ve di berçavan re derbas bike.

*Di rapora hevpar a Komisyona Meclisê de pirsgirêka Kurd weke, ‘Pirsgirêka terorê’ hatibû bi nav kirin. Ev yek xetereyeke çawa ji bo pêşveçûna pêvajoyê derdixe holê?

Di serî de navlêkirin şaş bû. Yanî ‘Tirkiyeya bêteror’ nêzikatiyeke şaş e. Komîsyonê jî wisa girtiye dest. Ew meseleya gelekî ye û meseleyeke 200 salan e û ji bo wê divê li gorî rastiya civakî û herêmî bê destgirtin. Ev meseleya bi hev re jiyana Kurd û Tirkan e. Mesel jî di vir de ye. Em bi awayekî wekhev bi hev re najîn. Yek serdest û yek bindest e. Me jî bindestî qebûl nekiriye û li dijî vê rabûne. Ji bo wê jî ew nav nayê qebûl kirin. Navê wê di serî de Serok Apo lêkir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê wisa bê nêrîn. Bi berçavkên ewlekariyê ew pirsgirêk nayê çareser kirin. Divê ew yek bê guherandin. Em ne ‘teror’ in. Em netewek in. Em Kurd in. Me ji bo welatê xwe û azadiyê ev kar kir. Kurd û Kurdistan rastiyek e. Divê ew di nava hiqûqê de bê qebûl kirin.

*Her wiha di Komisyona Meclisê de bi awayekî şênber qala mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatibû kirin lê weke di çerçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan de weke berdana bi şert di raporê de cih girtibû. Gelo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê pêvajo dikare bigihije encamê?

Divê statûya Rêber Apo bê zelal kirin. Divê Rêber Apo di şert û mercên azad de bixebite ku vê pêvajoyê bimeşîne. Mafê hêviyê meseleyeke hiqûqî ye. Di çerçoveya Qanûnên Mafên Mirovan de ye. Gelek welatan di qanûnên xwe de ew bi cih aniye. Lê li Tirkiyeyê ew yek hê bi cih nebûye. Mafê hemû girtiyan a hêviyê heye. Divê ew di qanûnên Tirkiyeyê de jî bê sererastkirin û bi cih were. Di raporê de weke nav cih negirtiye. Lê meseleya Rêber Apo ji mafê hêviyê wêdatir e. Jixwe Bahçelî got bila ji mafê hêviyê sûd bigire. Lê tevî salek li ser wê gotinê re derbas bû ye jî hê bi cih nehatiye. Divê statûyeke nû ya hiqûqî ji bo Rêber Apo pêk were. Ji mafê hêviyê zêdetir divê Rêber Apo bi awayekî azad bi heval û hemû derdoran re bikeve têkiliyê û pêvajoyê bi rê ve bibe. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî jî demildest bên berdan.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn weke çareserî pêşniyar dike. Di nav van qrîz û aloziyên li Rojhilata Navîn entegrasyona demokratîk dikare çareseriye çawa pêş bixe?

Demeke dirêj e li herêmê qrîz û alozî berdewam dikin. Ji destpêkirina şerê li Xezayê vir ve herêma me ber bi formeke nû ve diçe. Ew du sal û nîve şer li herêmê ranewestiyaye. Li Filîstînê dest pê kir û belavî herêmê bû. Niha li hemû herêmê şer e û pirsgirêk nehatinê çareserkirin. Em Kurd jî di navenda van şeran de ne. Li Sûriyeyê û Iraqê alozî hene. Piştî êrişên li ser Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên bi dironan pêk hatin. Rojhilatê Kurdistanê jî jixwe di bin êrişan de ye. Di nav van geşedanan de divê em Kurd werin li cem hev û em bifikirin em ê ji bo Kurdan çi bikin û çi derxin. Ji rejîma niha li Îranê re entegrasyoneke demokratîk nabe. Entegrasyona demokratîk dualî ye. Divê her du alî demokratik bibin. Li Sûriyeyê ji bo yên li hemberî me ne demokratik in ew qrîz û şer derket. Li Iraqê tevî Federasyonek heye jî pirsgirêk derdikevin. Piraniya Kurdan li Tirkiyeyê ne, li gorî welatên din li Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqî ve gav bên avêtin çareseriya li Bakur dikarê bibe çareseriya hemû Kurdistanê. Lê divê Tirkiye jî baş bibîne. Niha Kurd li Sûriyeyê statûyekê digirin. Li Başûr federasyonek heye. Li Rojhilat partiyên Kurd yekitiya xwe ava kirine û heke guherandinek pêk were Kurd dê xwedî statû bin. Di vê rewşê de Tirkiye bi înkarê nikare serweriya xwe li ser Bakurê Kurdistanê ava bike. Mecbûre di vî warî de gav bavêje. Jixwe Bahçelî jî di daxuyaniya xwe de got, me ew rewş dît û ji bo wê pêvajo da destpêkirin û niha jî em mafdar derketin. Lê divê Bahçelî hevkarê xwe re bêje bila gavan zû bavêje. Bahçelî dibêje divê statûya Serok Apo hebe, girtiyên siyasî bên berdan, qeyûm bên rakirin lê desthilata AKPê gav navêje. Divê Bahçelî zextê li desthilata AKPê bike ku gav bavêjin. Em Kurd ji dil in. Em dibêjin em pirsgirêkan bi rêya hiqûq û demokrasiyê çareser bikin. Ev yek ji bo me her du aliyan baş e. Pêşniyara Rêber Apo ya entegrasyona demokratîk ji bo hemû herêmê çareseriya guncav e. Lê yên li hemberî me çiqas amade ne, mesele ew e.

Ji bo me ya girîng ew e ku destpêkê yekîtiya demokratîk di nav xwe de çêbikin û Kurd bi hev du re entegre bibin. Ji bo Rojhilat jî divê em tecrûbeyên Başur û Rojava li ber çavan bigirin. Em dê bi dewletan re çawa peywendiyê danên, nebin lêşkerê kesî û ji kesî re nebin hedef û bikarin li welat û gelê xwe re bijîn. Armanca me ew e ku em li welatê xwe bi awayekî azad bijîn. Em serdemeke qrîtîk re derbas dibin. Li Rojava divê em statûyê fermî bikin. Peymana 29ê Çileyê bi cih bikin. Li Başûr destkêftiyan biparêzin. Li Rojhilat ji her tiştî re amade bin û dema tiştek di nav şer de derket bikarin welat û gelê xwe biparêzin û statûyek bi destbixînin. Li Bakurê Kurdistanê jî vê pêvajoyê bigihînin encamekê. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji ber ku em ne amade bûn li ber lingan çûn. Yê 2yemîn de her wisa. Niha yê 3yemîn destpêkiriyê û divê em li her çar aliyên Kurdistanê statûyekê bi dest bixînin. Ji bo wê jî yekitiya mala Kurdan girîng e. Emê jî li ser vê yekê rawestin. Em bi hêvî ne. Emê bikarin van pêkbînin. Ji bo wê hez û derfeta me heye. Ez bawerim em dê bigihijin encameke baş.

*Ji aliyê din vê jî şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê jî dest pêkir. Rojhilata Navîn li benda geşedanên nû ye. Êrişên li ser Îranê bandoreke çawa dikare li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike?

Bêguman êrişên li ser Îranê bandor li her derê dike û dê li Tirkiyeyê jî bike. Ji aliyê pêvajoyê ve li gorî min dê bi awayekî erênî bandor bike. Ji ber ku Tirkiye li ser mudaxaleya Îranê pêvajo li Bakur û Tirkiyeyê da destpêkirin. Niha jî dema wê ye ku Tirkiye gav bavêje. Jixwe gelek kes jî li ser wê esasê bang li Tirkiyeyê dikin ku destê xwe lez bike. Em jî dibêjin werin em vê meseleyê çareser bikin. Bi vî awayî em bikarin li tevahî herêmê roleke erênî bilîzin. Pêşniyara me jî ji dewletê re divê bi giştî Kurdan dost bibînê û politikaya xwe ya dijminatiya Kurdan biguherîne. Bi vî awayî nabe û divê biguhere. Em ji dewleta Tirkiyeyê re dibêjin em destê dostaniyê dirêj dikin û werin em vê meseleyê çareser bikin û bi hev re jiyaneke wekhev ava bikin. Tirkiye qebûl bike û neke jî Kurd dê li çar aliyên Kurdistanê bigihijin mafên xwe. Hezên bixwazin ji Kurdan re tîfaqê bikin Kurd dê destê xwe dirêjî hemû kesan bikin. Lê em dibêjin di serî de em bi cîranên xwe re li hev bikin. Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku destê xwe lêz bike û demildest van gavan bavêjin ku em bigihijin encamek.

Etîket: KCKPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞerê li ÎranêZubeyir Aydar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

5 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Statuyê mi statuyê kurdan o

Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

4 ADAR 2026
Çîgdem Dogu: Em ê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ têbikoşin

Çîgdem Dogu: Em ê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ têbikoşin

4 ADAR 2026
Gungen: Gotin têr nake, divê gavên şênber bên avêtin

Gungen: Gotin têr nake, divê gavên şênber bên avêtin

4 ADAR 2026
Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (215)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne