Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş bi bîr xist ku 14ê Adarê li navçeya Kopê ya Mûşê Newrozê pîroz dikin û tevahiya gel vexwend qada Newrozê.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, têkildarî pîrozbahiya Newrozê, li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê daxuyanî da. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutaşê balkişand ser şerên li cîhanê diqewimin û destnîşan kir ku çareseriya li dijî vê jî perspektîfa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
‘Azadiya Abdullah Ocalan berpirsyariyek dîrokî ye’
Di berdewama axaftina xwe de Çîçek Tutuş diyar kir ku divê gelê Kurd di Newroza îsal de xwedî li îradeya aştiyê ya Abdullah Ocalan derkeve û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyeke mayinde çêbibe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe berpirsyartiyeke dîrokî. Ev daxwaz, hêza îradeya pêşeroja hevpar a gelan xurt dike û weke erk û rojeveke sereke ya siyasî li pêşiya me disekine. Îdeolojiya azadiya jinê ku hêvanê têkoşîna azadiyê ye gerdûnî kir û ji bo mirovahiyê kir hêvî. Îradeya azadiya jinê ya di berxwedana Rahşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan û Bêrîvanan de teşe girtiye, îro bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re gerdûnî bûye û mizgîniya jiyaneke nû dide mirovahiyê.”
Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî da zanîn ku Newroza 2026an dê bi dirûşma “Azadî û demokrasiyê” were pîrozkirin. Sumeyye Bozê, got ku dê Newroza îsl di 14ê Adarê de li navçeya Kopê û di 15ê Adarê de jî li rex Gara Trênê ya li navenda bajar bê pîrozkirin. Sumeyye Bozê got: “Bila tevahiya gelê me bi sekna xwe ya birûmet, bi nasname û çanda xwe biherike qadan.”













