• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    Çawişê pispor li Şemzînanê 4 kesan kuşt

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

Lezgîn Akdenîz / AW

9 ADAR 2026 - 12:08
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Arşîva Newroza Amedê ya ku bi kedeke mezin hatiye berhevkirin, wekî bîra zindî ya gelê Kurd em ê pêşkêşî we bikin. Ev rêzevîdeoyên ku em ê parçe bi parçe parve bikin, dê wekî pireke di navbera rabirdû û siberojê de cihê xwe bigirin û vî ruhî ji nifşekî derbasî nifşê din bikin.

Di nav Kurdan de dema Newroz tê gotin wek Cejna Neteweyî tê bîra mirovan. Newroz di nav Kurdan de bûye çand û cejnek bi sedên salan. Newroz ku wek destpêka demsala Biharê jî tê binavkirin, lê ji bo Kurdan hem cejn e hem jî berxwedan û azadî ye.

Li Bakurê Kurdistanê Newroz heta salên 2000î qedexe bû. Dîmen û wêneyên ku beriya salên 90î û piştî salên 2000î derketin holê û ji wan salan mane di bin hişê her Kurdekî de cih digirin. Ew dîmen xwedî girîngiyek û wateyek mezin bû. Yek ji wan bajarên ku Newroz lê bi heybetî û bi berxwedanê dihat pîrozkirin jî Amed e.

Di nav wan dîmenên kevn de meriv bi zelalî dibîne ku tevî hemû zext, tundî û polîtîkayên dijwar ên wan salan, gelê Amedê bêyî ku tirsê bixe dilê xwe, bi daxwazeke bêhempa ber bi qadên pîroz ve diherike. Ev yek nîşana herî xurt a wî ruhê serhildêr e ku Newroz ji cejnekê veguherandiye qada herî mezin a ragihandina nasname û hebûna neteweyî.

Ev arşîva bêhempa ya ku ji sala 1999an dest pê dike û heta bihara sala 2025an dirêj dibe, bîra zindî ya gelê Kurd e ku di nav salên herî dijwar û reş de jî çiraya azadiyê her dem geş kiriye.

Ev rêzevîdeoyên, çîroka gelê Kurd e ku di bin her cure tundî û zextê de jî bê tirs dirûşmên azadiyê û berxwedanê berz kirine. Bi rengên kesk, sor û zer li qadên Newrozê nexşeya dilê xwe xêz kirine. Li qada Newrozê meriv rastî deryayeke mirovan dibe ku bi mîlyonan dil di heman kêliyê de ji bo aştiyeke rûmet û azadiyeke mayînde lê didin. Ew qada ku mîna mozaîkek ji rengên kesk, sor û zer hatiye xemlandin, nîşan dide ku vîna gelê Kurd gihîştiye asteke wisa bilind ku êdî tu sînor û bend nikarin li pêşiya vî ruhî bisekinin.

Gava hûn li van perçeyên vîdeoyên ku me bi baldarî amade kirine temaşe bikin, hûn ê bi çavên xwe bibînin ku li qada Newrozê atmosfera herî zindî û dilsoziya gelê Kurd a ji bo ax û çanda xwe, bi her dîmenî re ji nû ve şiyar dibe.

Ev kelecana ku di çavên her kesî de diçirise, mizgîniya bihareke nû û jiyaneke bi rûmet dide civakê.

Etîket: Cejna NewrozêNewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di vê serdemê de destpêkirina pêvajoyê pir girîng e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Tecrîd didome, divê dewlet bi wêrekî tevbigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan êrişî çalakiya jinan kir: 4 jin hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (390)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne