Amed – Ji duh ve di encama serdegirtina malan de 16 rojnamevan, nivîskar û hunermend hatin binçavkirin. Nayê zanîn rojnamevan ango binçavkirî bi çi tên sûcdarkirin.
Li dijî rojnamevanan operasyonên binçavkirinê berdewam dikin. Duh li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin. Navenda birêvebirina vê lêpirsînê bajarê Eskîşehîrê ye.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de li gelek bajarên cuda polîsan avêt ser malên rojnamevanan û ew xistin binçavan. Sedema binçavkirina rojnamevanan nayê zanîn. Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê 24 saet astengî danî ser hevdîtina parêzeran û binçavkiriyan.
Her wiha nivîskar, sînemager, helbestvan û karîkaturîst jî di nav binçavkiriyan de hene. Helbestvan Hîcrî Îzgoren tevî temenê xwe yê 74 salî jî li Amedê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
Li gorî lîsteya Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG); navên rojnamevanên hatin binçavkirin ev in:
Roza Metîna, Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Tugçe Yilmaz, Bîlge Aksu, Ahmet Sumbul, Bîlal Seçkîn, Havîn Derya, Suzan Demîr.
Abdurrahman Aydin (Akademîsyen-nivîskar), Ardîn Diren (Derhêner-werger), Dogan Guzel (Karîkaturist), Hîcrî Îzgoren (Nivîskar), Omer Barasî (Werger-helbestvan), Bawer Berşev (Koordînatorê Pirtûka Kurdî), Emrah Kelekçîer (Wênegir)