Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) 19emîn Festîvala Jinan a Zîlanê li bajarê Leverkusen ê Almanyayê li dar xist. Festîvalê bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadî destkeftiyên jinan biparêze” pêk hat.
YJK-E bi tevlêbûna jinên Kurd ên li Almanya, Belçîka û Hollandayê mihrîcan pêk anî. Gelek rêxistinên jinan, hunermend û înîsiyatîfên sivîl beşdar bûn. YJK-E îsal bi ruhê banga Aştî û Civaka Demokratîk festîvalê pêk anî. Di festîvalê de hunermendên weke Chopy, Berfîn Mamedova, Baran Bozyel, Binevş Cizirî, Sosin, Nuarîn, Ozgur Işik û Zînê Botanî beşdar bûn. Dîsa koma Hunera Mizgîn û Zarok Ma û jinên dengbêj beşdarî festîvalê bûn.
Festîval bi bernameyên muzîk û axaftinan didome.