Bi sed hezaran welatiyên ku li qada Newrozê ya Stenbolê kom bûn, bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newrozê pîroz dikin. Gel bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike.
Newroza ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, li Stenbolê dest pê kir. Serê sibê bi deh hezaran kes hatin qada Yenîkap ya Newrozê. Welatiyên ku demek dirêj li ber derî li bendê mabûn, piştî lêgerînê ketin qadê, bi deh hezaran kesên ku di destên wan de flamayên “Newroza Azadiyê” hatin qadê li ber muzîkê govend gerandin. Di demeke kin de hejmar giha sed hezaran.
Li qadê dengê ‘Bijî Serok Apo’ bilind dibe
Qad bi alên zer, sor û kesk hat xemilandin, pankarta “Em li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk in” jî li qadê hat daliqandin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nab e”, “Jin, Jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê li gel dirûşma “Şehîd Namirin” dest bi pîrozbahiyê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Amadekar axivî û spasiya beşdarbûna gel kir. Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên parêzgeha Stenbolê jî gel silav kirin.
Têkoşîn dê berdewam bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Arîfe Çinar li vir axivî û got, “Em ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşin. Em Newroza Birêz Abdullah Ocalan ê ku banga sedsalê kir, pîroz dikin. Banga sedsalê ya ku birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, ji bo hemû gelan e. Em ê bi hev re ji bo demokrasiya li Kurdistanê ji bo aştiya gelan têbikoşin. Em li dijî pêkanînên dijdemokratîk in.
Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Çinar Altan jî got, “Em Newrozê li gelê Kurd ê bi rûmet pîroz dikin. Gelê me bersiva pêwîst dide dost û dijminan.”
Pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin didome.
Bername
Li qada Newrozê liv û tevger berdewam dikin, ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Kadîr Çat û Grûp Praksîs dê di pîrozbahiya ku wê tevahiya rojê berdewam bike derkevin ser dikê. Di Newrozê de Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglu, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk dê biaxivin.