• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

    Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    ROJEVA 25ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê ADARA 2026an

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li qada Newrozê gel û Serok Apo bûn yek’

Mahmût Altintaş - Fexredîn Kiliç / AW

23 ADAR 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Berdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Omer Onen diyar kir ku di Newroza Amedê de peyamên girîng hatin dayîn û got: “Di Newrozê de peyamên girîng hatin dayîn. Ji bo vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û statuya gelê Kurd bê naskirin.”

Bi pêşengiya Kongraya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Qada Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi tevlêbûna sedhezaran Newroz hat pîroz kirin. Bi sed hezaran kes tev li Newroza ku ji ber banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Newroza dîrokî dihat binavkirin bûn.

Li gelek bajarên Kurdistan û derveyî welat gel herikî qada Newrozê û li vir peyamên girîng hatin dayîn. Welatiyên tev li Newrozê bibûn bi dirûşim û helwesta xwe daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Her wiha di salên dawî de herî zêde di vê Newrozê de posterên Abdullah Ocalan hatin rakirin. Berdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Omer Onen tekildarî peyamên di Newrozê de hatinê dayin û encama ku wan jê derxistiye ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Birêz Ocalan bêhnek da civakê’

Omer Onen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bangawaziyeke sed salan bû. Wê bangê bandor li tevahiyê civakê û cihanê kir. Ji ber wê jî Newroza îsal gelek girîng bû. Demeke dirêj bû tecrîdeke mezin li ser birêz Abdullah Ocalan hebû. Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re civak jî hatibû tecrîd kirin. Birêz Ocalan li dijî tecrîd û geşedanên di Rojhilata Navîn de diqewimin bêhnek da civakê. Heviyek da hemû gelên Rojhilata Navîn. Birêz Abdullah Ocalan bi banga Civaka Demokratîk li dijî aloziyên di Rojhilata Navîn de diqewimin nexşereya çareseriyê diyar kir. Birêz Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst bi Modernîteya Demokratîk hevî da gel. Newroz jî di pêvajoyeke wisa de hat pîroz kirin û ji ber wê jî ji bo me pir girîng bû. Me jî amadekariyên wê kirin.”

‘Gel bi reng û dirûşmên xwe dîrok nivîsandin’

Di berdewama axaftina xwe de Omer Onen destnîşan kir ku wan li gor rihê Newrozê diruşma Newrozê jî weke “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” diyar kirine û axaftina xwe wiha domand: “Li hemû Kurdistan û derveyî welat girseyê berê xwe da Newroza Amedê. Beşdarbûneke pir xurt hebû. Di qada Newrozê de gel û Serok Apo bûn yek. Gel bi reng û dirûşma xwe dîrok nivîsandin. Her çiqas hezên hegemon dixwazin Rojhilata Navîn ji nû vê dîzayn bikin û ji berê ve gelê Kurd tune dihesibandin di Newroza 2025an de helwesta gelê Kurd jî bû yek. Ji Herêma Kurdistana Federe peyamên birêz Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî hatin xwendin. Ev yek jî ji bo yekitiya Kurdan pir girîng bû û xwedî wate bû. Serok Apo hemû pêşengên Kurdan li qada Amedê anîn ba hev û yekitiya Kurdan nîşan da. Ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdistanê jî li qada Amedê yek deng derket. Ew yek li dijî tunehesibandina gelê Kurd bersivek bû. Di heman demê de komploya navneteweyî jî di vê Newrozê hat pûçkirin.”

‘Divê dewlet rêze ji peyama Newroza Amedê hatiyê dayin bigire’

Di dawiya axaftina xwe de Omer Onen destnîşan kir ku di qada Newrozê de peyamên girîng hatine dayin û wiha bi dawî kir: “Di vê Newrozê de gelê Kurd nîşan da ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Gelê Kurd peyamek da netew dewleta Tirkiyeyê. Gelê Kurd peyama azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, statuya gelê Kurd û hebûna gelê Kurd da. Edî Kurd ne Kurdên berê ne û divê bi çavê berê Kurdan nenêrin. Kurdan di vê Newrozê de careke din ev yek nîşan da. Ew jî encama têkoşîna gelê Kurd e. Divê dewlet jî li gor vê gav baveje û rêze ji vê peyama Newrozê hatiyê dayin re bigire. Gelê Kurd ji aştiyê û bi hev re jiyanê re amade ye. Ji bo vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û statuya gelê Kurd bê naskirin. Ew peyam derketin pêş.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

Wezeta Parastinê: Dê li Meletiyê pergala Patrîotê were danîn.

10 ADAR 2026
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

10 ADAR 2026
Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

Amerîka êrişî baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê kir

10 ADAR 2026
Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

10 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

10 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (373)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne