awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di qezayê de 2 wezîr mirin

7 TEBAX 2025 - 13:38
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li devera Ashantî ya Gana ya Efrîqayê, helîkoptera leşkerî ket xwarê. Di qezayê de Wezîrê Parastinê û Wezîrê Jîngeh, Zanist û Teknolojiyê jî di nav de 8 kes mirin.

Serfermandarê Parastinê yê Ganayê Julius Debrah, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku li herêma Adansî Brofoyedu ya eyaleta Ashantî, helîkopterek leşkerî kete xwarê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di helîkopterê de sê endamên tîma helîkopterê û pênc rêwî hebûn ku hemûyan jiyana xwe ji dest dane. Di nav kesên ku mirine de Wezîrê Parastinê Edward Omane Boamah û Wezîrê Jîngeh, Zanist û Teknolojiyê Îbrahîm Murtala Muhammed jî hene.

Julius Debrah tekez kir ku bûyer trajediyek neteweyî ye û daxwaz kir ku heta daxuyaniyek din li hemû saziyên fermî yên welêt alên daliqandî werin nîvço kirin. Hêzên Çekdar ên Ganayê bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera ku ji paytext Akrayê ber bi Obuasi ve difiriya, piştî demekê ji radarê winda bû. Di derbarê curê helîkopterê de ti agahî nehat dayîn, lê hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê berdewam dikin.

Heta niha têkildarî sedema qezaya helîkopterê de ti agahî û daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

25 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

25 GULAN 2026
Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

25 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne