6 rojnamegerên Kurd ku sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin, bi hinceta xebatên pîşeyî hatin girtin.
Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn û Vedat Oruç di 17ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê bû de hatibûn binçavkirin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên li Stenbolê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatin girtin.
Dozger, bêyî îfadeyên rojnamgeran bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê ji bo her 6 rojnamegeran jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.
Nûçeyên rojnamegeran çêkirin e û bernameyên televîzyonê yên nîqaşê weke hinceta girtinê hatin nîşandan.
Rojnamegeran biryara girtinê protesto kirin
Rojnamegeran biryara girtinê bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin û bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” protesto kirin. Rojnameger û welatiyên li edliyeyê jî piştgirî dan rojnamegeran.