Şirnex – Li Şirnexê qedexeya li ser 62 gundan berdewam dike. Gundiyên ku nikarin biçin gundê xwe, dixwazin qedexe bi dawî bibe û vegerin gund û warên xwe.
Li Bakurê Kurdistanê di salên 190î de ji aliyê dewletê vê zêdetirî 3 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Li gor lêkolînan di dema şewitandina gundan de zêdetirî 30 hezar Kurd ji aliyê lêşkeran ve hatine kuştin. Yek jî bajarê ku herî zêde gund hatinê valakirin û şewitandin Şirnex e. Li Şirnexê di salên 1990î de bi taybetî gundên herême Besta, Gabar û Cûdî hatin şewitandin û valakirin. Li gor lêkolînan li Şirnexê 47 gund hatinê şewitandin û valakirin. Piştî şewitandin û valakirina gundan welatî neçarî koçberiya navçeyan, bajarên derdorê û metropolên Tirkiyeyê bûne. Welatiyên gelek gundan jî bi zorê hatin koçberkirin. Gund li welatiyan hatiye qedexekirin. Niha jî li ser 62 gundên Şirnexê qedexe hene û welatî bi destur dikarin biçin gundên xwe. Gundî herî zêde 3 rojan dikarin li gundên xwe bimînin. Li gelek gundan welatî qet nikarin biçin û qedexeya li ser wan gundan berdewam dike.
Piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyeyê çavê welatiyên Kurd li gav avetina dewletê ye. Gelê Kurd li her derê daxwaza azadiya girtiyên siyasî, naskirina mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî dikin. Yek jî daxwaza Kurdên gundên wan hatinê qedexekirin û şewitandin jî ew e ku qedexeya li ser gundan rabe û bikarin biçin gundê xwe. Welatiyên li Şirnexê ku gundên wan hatinê qedexekirin û nikarin biçin gundê xwe anîn ziman ku ji bo aştî pêk were divê qedexeya li ser gundan rabe.
‘Em nikarinê biçin gundê xwe’
Şêniya gundê Dilşewî Hatîce Durmuş yek ji van gundiyan e. Hatice Duman ji gundê Dilşewî ya giredayî navçeya Hezexê ye. Gundê Dilşewî jî weke gelek gundên Şirnexê di sala 1992an de hatiyê şewitandin û hinek welatî jî ji aliyê lêşkeran ve hatinê kuştin. Hatîce Durmuş jî piştî gundê wan tê şewitandin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi cih dibe û ji ber qedexe li ser gundê wan e nikarin biçin gundê xwe. Hatîce Durmuş ji bo şewitandina gund dibêje, wahşeteke mezin bû û daxwaza xwe ya vegera gund wiha tîne ziman: “Gundî dan ber guleyan. Li ser gundiyan gule barandine. Hinekan zarokên xwe li mal ji bîrkirin. Bi zilmeke mezin gundî ji gund derxistin. Hinek welatî hatin kuştin. Hinek jî birîndar bûn. Wahşeteke mezin bû. Piştî em ji gund derketin jî me pir zahmetî kişandin. Edî em nikarinê biçin gundê xwe. Heke yek bi destûr biçe jî lêşker wî dişopînin. Di bin çavdêriya lêşkeran de dikare biçe gund. Em jî dixwazin qedexeya li ser gundê me rabe û em vegerin gundê xwe. Niha jî qala pêvajoyê dikin. Ji bo aştî pêş bikeve divê qedexeyên li ser gundan rabe û hemû kes bikarin vegere gundê xwe. Aştî bi wekheviyê dibe. Heke em wekhev nebin çi wateya aştiyê heye. Aştî bi gavavetina her du aliyan pêkan e. Divê dewlet jî gavên şenber baveje.”
‘Lêşkeran gund gulebaran kirin’
Welatiyê bi navê Maruf Enîş jî, ji gundê Xursê ye. Gundê Xirzê li kontarê çiyayê Gabarê ye. Giredayî navçeya Basanê ye. Gundê Xursê jî di sala 1993an de hatiyê valakirin. Dema gund hatiyê valakirin Maruf Enîş jî civan bû ye. Marûf Enîş wiha qala şewitandina gund û zahmetiyên wan kişandinê dike: “Leşker ketin gund û gund. Li ser gundiyan gule reşandin. Ji me re gotin heke hûn dernekevin em ê we hemûyan bikujin. Em jî neçar man ku ji gund derbikevin. Gelek kesan xwarina xwe li ser sifrê hiştin û ji gund derketin. Rewşeke gelek nexweş bû. Ji bilî derketina gund tu çareya me tune bû. Piştî em ji gund derketin me gelek zor û zahmetî dît. Gund hemû belav bû hinek çûn Sêrtê, hinek çûn Şirnexê û hinek jî weke me hatin Cizîrê. Niha jî gundê me hê qedexe ye. Em diçin cem ji Walitiyê Şirnexê destûr dixwazin. Tenê ji bo 3 rojan destûrê dide.”
‘Em dixwazin biçin gundê xwe’
Maruf Enîş bilêv kir ku berê gelek darên fekiyê li gundê wan hebûn û xwezaya gundê wan dewlemend bû û wiha dibêje: “Lê em niha bi destur ji bo çend rojan diçe gund. Ji ber talankirina xwezayê û lêgerîna petrolê em nikarin li gundê xwe bisekinin.” Maruf Tekîn destîşan kir ku heke qedexeya li ser gundan rabe ew ê gundê xwe ji nûve ava bikin û wiha pê dê çû: “Em dixwazin vegerin gundê xwe. Li Gabarê 13 gund hene û hemû jî vala ne. Hemû welatî jî dixwazin vegerin gundê xwe. Gel jî li heviya vê pêvajoyê ye. Lê dewlet tu gavên şênber neaveje ku baweriya me çêbibe. Ji roja ewil heta niha daxwaza me ew e ku qedexeyên li ser gundan rabin û em jî bikarin vegerin gundê xwe. Bax û baxçeyên me, darên me yên fekiyê û malên me her tiştê me li gund in. Em dîsa dixwazin vêgerin ser gundê xwe. Heke gundê me vala nekirina tu kes nedibû karkerê xelkê. Wê li gundê xwe bijiyana. Niha heke aştiyê pêk were divê qedexeya li ser gundan rakin. Dema diçim gund ez gund nas nakim. Darên fêkiyan tev wêran kirine. Ji ber petrolê her der kolandine. Tiştek jî nehiştine. Em dixwazin biçin gundê xwe ji nû ve ava bikin.”
‘Em bi destûrê diçin gund’
Welatî Mehmet Ugurlû jî ji gundê Heblerê ye. Gundê Heblerê girêdayî navçeya Cizîrê ye. Gundê Heblerê di bin kontarê çiyayê Cûdî de ye û di sala 1992an de hatiye valakirin. Dema gund hatiye valakirin Mehmet Ugurlû 12 salî bû ye. Mehmet Ugurlû diyar kir ku piştî gundê wan hatiyê valakirin wan gelek zor û zahmetî dîtiye û wiha qala wan rojan dike: “Em bi malbatî neçarî koçberiyê bûn. Em koçî Stenbolê bûn. Ez jî li Stenbolê mezin bûm. Piştrê em vegeriyan Cizîrê. Gund û malên me şewitandin û em bi zorê li gund derxistin. Gundê me bi nav û deng bû. Di bin kontarê Çiyayê Cûdî da ye. Dar û daristanên wê, fekiyên wê bi nav û deng bûn. Lê niha tiştek nema ye. Her tişt wêran bû. Her wiha gelek cihên dîrokî jî li gundê me heye. Niha jî qedexe li ser gundê me heye. Em tenê dikarin bi destûrê biçin gund. Em destûrê jî Qereqolê digrin. Piştî em nasnameya xwe didin wan em dikarin biçin gund.”
‘Heta qedexe ranebe aştî pêk nayê’
Mehmet Ugurlu destnîşan dike ku heta qedexeya li ser gundan ranebe dê aştî pêk neyê û wiha bi dawî dike. “Eger qedexe rabene, dê aştiyeke mayindê çawa pêk bê? Em jî dixwazin vegerin gundê xwe. Niha pêvajoyek destpêkiriye. Dewlet dibêje em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Heke pirsgirêk wê bê çareserkirin divê qedexeyên li ser gundan jî rabe. Divê em vegerin gundê xwe. Wateya aştiyê ew e ku qedexe rabin û welatiyên ji gundê xwe koçber bûne vegerin gundê xwe. Wateya aştiyê ew e. Heke qedexeyên li ser gundan ranabin dê aştiyeke mayinde çawa pêk bê? Heviya me ew e ku em jî bikarin vegerin gundê xwe.”