• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

Fexredîn Kiliç / AW

7 HEZÎRAN 2025 - 08:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Nazdar Ataman û Hatîce Dûrmûş ên ku zarokên wan di 2021an de li herêma Garê di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane, xwestin ku êdî xwîn bisekine û aştiyeke binecih pêk bê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” li raya giştî kir. Dû re PKKê Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryar da ku xwe fesix bike. Malbatên cangoriyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, piştgiriya banga Abdullah Ocalan û biryara PKKê dikin.

Di navbera 10-14ê Sibata 2021an de Kamûran Ataman (Şoreş Beytuşşebap) û Ergîn Dûrmûş (Bawer Elkê) di nav de 14 endamên HPGê li herêma Garê ya Herêma Kurdistana Federe di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Kamûran Ataman di sala 2004an de li navçeya Elkê ya Şirnexê tev li PKKê dibe û di sibata 2021an de li herêma Garê jiyana xwe ji dest dide. Ergîn Dûrmûş jî di 17ê Tîrmeha 2017an de tev li PKKê dibe û ew jî di sibata 2021an de jiyana xwe ji dest dide. Dayika Kamûran Ataman, Nazdar Ataman û dayika Ergîn Dûrmûş, Hatîce Dûrmûş behsa zarokên xwe kirin û li ser pêvajoya heyî axivîn.

‘Şoreş ji bo doza xwe fedaî bû’

Nazdar Ataman qala zarokatiya kurê xwe kir û wiha got: “Şoreş gelekî ji vê doza kurditiyê hez dikir. Şoreş ji bo vê doza xwe gelek fedaî bû. Şoreş xwendekar bû, dema lîse dixwend, payîz bû ew û du hevalên xwe tev li hevalan bû. Şoreş gelek ji vê dozê hez dikir û ji dil bû, bi eşq bû. Em pê serbillind in. Ji bo doza xwe, şeref û namusa xwe û axa xwe çûbû. Beriya ku biçe her tim behsa partiyê dikir. Gelek caran digot ez ê tev li hevalan bibim.” Nazdar Ataman da zanîn ku dema kurê wê û hevalên xwe bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan ji televizyonê bihîstin.

‘Em gelek hez dikin ku ev xwîn bisekine’

Nazdar Ataman diyar kir ku ji pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin gelek keyfxweş in û wiha domand: “Em gelekî hez dikin ev xwîn bisekine. Êdî bila dilê çu dayikên din neêşe. Dayikên polîsan bin yên eskera bin ferq nake em dayik hemû wek hev in. Em êdî hez nakin dilê çu dayikan bisoje. Ev pêvajoya Serokatî daye destpêkirin bila bi cih were. Heta vê gavê jî dewleta tirk hêj çu gav neavêtine. Em hez dikin ev dinya aram be, deriye hefs û zindanan vebe û dilê tu dayikan neêşe. Em dixwazin aramî çêbibe ku em biçin ser gora lawên xwe. Em dixwazin axa wan bibînin. Em gelek dixwazin ku aştî çêbibe.”

‘Em dixwazin Serokê xwe di nava xwe de bibînin’

Nazdar Ataman xwest ku dewlet gaveke baş biavêje ku dinya aram be û ev tişt gotin: “Bila ev bi cih were. Em dixwazin aştiyeke binecih çêbibe ku em jê pişt rast bin. Em dixwazin Serokê xwe, zarokên xwe di nava xwe de bibînin. Ji bo herkesî bibe xweşî bibe berfirehî êdî bes xwîn birije. Bes dilê dayikan bisoje. Daxwaza me ev e.”

‘Em naxwazin ku dilê tu dayikan biêşe’

Hatîce Dûrmûş jî bi lêv kir ku kurê wê mirovekî gelek birehm û edalet bû û wiha got: “Eşqa partiyê wisa di dilî de bû nedizanî ka ev dinya çawa tê û diçe. Eşqeke bêhesab di dilê wî de bû.” Hatîce Dûrmûş da zanîn ku ji televizyonê hîn bûn ku kurê wî û hevalên wî jiyana xwe ji dest dane. Hatîce Ataman destnîşan kir ku naxwazin dilê tu dayikan bişewite û xwest ku aştiyek pêk were ku herkes azad bibe.

Etîket: Hatîce DûrmûşNazdar Adaman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

7 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne