Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi beşdarbûna 750 sazî û partiyan li Amedê deklerasyonek parve kir û got: “Divê zimanê Kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna ziman li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”
Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî ji bo daxwazên gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi îmze û beşdarbûna 750 sazî, dezgeh, platform, partiyên siyasî û derdorên Kurd û demokratîk ên civakî yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyas a Amedê bi awayekî girseyî deklarasyoneke hevpar bi raya giştî re parve kir. Deklerasyon bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî hate xwendin. Metna kurmancî Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar, metna kirmanckî rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Sûzan Vejan û metna tirkî jî Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç xwendin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, hevşaredar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdehiya Kurdî” hate daliqandin.

Ewilî Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli axivî. Cemîle Tûrhalli diyar kir ku çi heyfe ku sedan salan zêdetir di Komara Tirkiyeyê de nasnameya Kurdan nayê qebûlkirin û wiha got: “Ji me re digotin dev ji çand, nasname û zimanê xwe berdin ku bibin kole û xizmetkarên vê dewletê. Lê belê gelê Kurd înkar qebûl nekir.” Cemîle Tûrhalli diyar kir ku divê sansura li ser zimanê Kurdî ya li Meclisê demildest bi dawî bibe. Cemîle Tûrhalli bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku divê dewlet demildest gavan biavêje. Cemîle Tûrhalli destnîşan kir ku wan ne biratiya habîl û kabîl, biratiya Yûsûf û Bunyamîn divê.

‘Pişaftina Zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye’
Dû re Heval Dilbihar anî ziman ku 750 sazî dê bi awayekî zelal diyar bikin ku neteweya Kurd û derdora welatparêz ji bo zimanê Kurdî çi dixwazin û wiha axivî: “Ev sazî temsiliyeta bi dehan milyonan Kurdan û gelên din ên welatparêz pêk tên. Em bê banga xwe hem ji bo Dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo sazî, dezgehên navnetewî û ji bo xwe dikin.” Heval Dilbihar, diyar kir ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne, di heqîqetê de xwedî heman mafan in û wiha got: “Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn ê kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awayekî ku rê û rêbazên cûr bi cûr tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.”
Heval Dilbihar di berdewama axaftina xwe de daxwazên 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdorên ku ev daxuyanî îmze kirine wiha rêz kirin: “
1- Zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
2- Zimanê kurdî ji zarokxaneyan/pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
3 – Navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi Kurdî ne lê wek Tirkî hatine guhertin dîsa bibin Kurdî.
4- Hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin, zimanê Kurdî li her derê serbest û azad be.
5- Ji bo azadî û serbestiya zimanê Kurdî ya mayînde, nasnameya kurdan di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin.”
Bang li dewletê kirin
Heval Dilbihar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em daxwaz ji hemû sazî û kesayetên rayedar ên Komara Dewleta Tirkiyeyê dikin ku, van daxwazên me yên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bikin, hem jî ji bo ku di kiryarê de bi awayekî azad pêk bê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bînin cih.”

‘Zimanê Kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe’
Heval Dilbihar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herwiha qada gelemper jî tê de, ji bo ku zimanê Kurdî li her derê û li hemû qadan bê parastin û bipêşxistin, dîsa ji bo ku di xalên me destnîşankirin de sazkirinên zagonî û makezagonî bên pêkanîn, em bang û gazî dikin ku hemû derdorên mirovîn û civakî piştgiriyê bidin, dîsa hemû pêkhate, sazî, dezgeh, partî, platform, însîyatîf û komên demokratîk û civakî, û neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz ji bo pêkanîna van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her der û qadan têkoşîna xwe ya mirovîn û demokratîk bilindtir xurtir û berfirehtir bikin, pêwîstiyên van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê Kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe. Zimanê Kurdî hebûna me ye. Bijî zimanê Kurdî.”

‘Divê nêzîkatiya dewletê ya li dijî Kurdî were guhertin’
Dû re Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan bal kişand ku 750 saziyên hatine bahev daxwaza nasnameya gelê Kurd dikin û divê dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê bibine û got: “Divê êdî asimilasyona li ser gelê Kurd tê kirin bê sekinandin. Divê ji aliyê fermiyet û perwerdehiyê de daxwazên gelê me bên qebûlkirin. Tevgera Azadiyê û rêxistinên Kurdan di siyasete de nûjeniyekê pêş dixin divê dewleta Tirkiyeyê jî dubarekirina sed salan di ber çavan re derbas bike. Zimanê Kurdî li ser zimanê Tirkî ne xetere ye. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin. Ev daxwaz daxwazên me ne, rewa ne. Ev deklarasyon ji aliyekî ve ji bo Komara Tirkiyeyê cihê şermê ye. Zimanekî ku bi milyonan Kurd diaxivin, dixwînin û dinivîsin tê qedexekirin divê ev nêzîkatî were guhertin. Ev deklarasyon ji bo me gelekî zelal e em wê diparêzin divê gelê Kurd heta dawiyê zimanê xwe biparêzin.”
Deklarasyon bi berzkirina dirûşma “Bê Kurdî jiyan nabe” bi dawî bû.
Ji bo navên 750 saziyên ku deklarasyonê îmze kirin e pê li lînkê bikin: deklarasyona-zimane-kurdi (2)
































