Komaleya Piştgiriyê û Rêvebirina Karesatan (DMS) li Amedê Yekemîn kongreya xwe pêk anî û banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir.
Komeleya Piştgiriyê û Rêvebirina Karesatan (DMS), kongreya Awarte pêk anî. Kongre, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Di kongreyê de hevşaredarên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên civakî amade bûn. Kongreyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê komaleya DMSê hevserok Melek Demîr bi tirkî û Hevserokê Komeleyê Şerefxan Aydin jî bi kurmancî axivî. Piştî hevserokan hevşaredarê navçeya Rêzanê Sîraç Çelîk û hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun axaftinên xwe kirin.
Bingeha afetan mirov in
Hevseroka DMSê Melek Demîr bal kişand ser giringiya û komaleyê û wiha axivî: “Em vê rojê wekî rojeke piştevaniyê û hevpariya têkoşînê bibînin. Em xebatekê dimeşînin ku xebatên komeleya xwe hîn bi pêş bixin. Efet ne fenomenên xwezayî ne. Dibe ku çavkaniya wan xweza be, lê bingeha afetan mirov in; ev encama şaşî û îxmalkariyên mirovan e. Ji ber vê yekê, heke em wekî mirov, sazî û ferd xebatan bimeşînin, em dikarin bandorên afetan kêm bikin, em nikaribin bi temamî pêşî li wan bigirin jî. Em dikarin windahiyên xwe kêm bikin û rê li ber hilweşîna bajarên xwe bigirin. Ji ber vê yekê girîngiya vê komeleyê û van xebatan pir mezin e.”
“Em rê li ber ‘mirinên hêsan’ bigirin”
Hevserokê DMSê Şerefxan Aydin jî destnîşan kir ku wek her welaparêzekî ji gelê xwe hez dikin û got: “Nîşaneya herî mezin a vê hezkirinê ew e ku jiyaneke ewle, bi tendurust û bextewar ji civaka xwe re ava bikin. Di vê serdemê de ku di nava xebatên ji bo aştî û demokrasiyê de ne, saziyên xwe li ser van bingehên zexm ava bikin. Em naxwazin gava karesatek çêdibe, tenê bi hêviya alîkariyê bimînin. Potansiyeleke me ya mezin li Kurdistanê heye. Lê divê em vê potansiyelê birêxistin bikin. Jiyaneke ewle, ne xewn e; ew encama bawerî û zanistê ye. Bi perwerde, bi binesaziyên zexm û bi saziyên ku bi şev û roj ji bo bajarên xwe dixebitin. Lê gava em li bajarên xwe dinêrin, em dibînin ku kêmasiya kontrol û binesaziyê dibe sedema karesatên giran. Mafê vî bajarî û mafê vî welatî heye ku di nav ewlehiyê de be.Ji ber vê yekê, divê em îradeyeke xurt nîşan bidin. Ev îrade jî di wê yekê de ye ku em rê li ber ‘mirinên hêsan’ bigirin. Karesat bi xwe nabe sedema mirinê; avahiyên xerab û nebûna amadekariyê dibin sedem. Di van du salên dawî de, komeleya me (DMS) gavên pir girîng avêtine. Me tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ava kirin.”
Hevşaredarê navçeya Rêzanê Sîraç Çelîk jî banga tevlêbûna mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir û got: “Gelê me di erdhejê de gelek zirar dît sedema wê jî ew e ku yekitiya me tuneye. Ji bo ku mirina bidin sekinandin xwe rêxistin bikin û bi hevre tevbigerin. 4ê Çileyê li Qada Îstasyonê ji bo ku gelê me êdî van mirinên bi hêsanî çêdibin bide sekinandin û civata demokratîk, azad bike bila bên qadê.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî anîn ziman ku tu kes girîngiya gotinên pisporan ji xwe re esas nagire û got: “Pirsgirêka welatê me ew e ku gelek kesên pispor hene li aliyê ernigariyê lê mixabin kes wan guhdar nake. Li welatê me her tim erhej çêdibin ji be wî jî pêwîste ku li gorî wî plansaziya xwe bikin”
Rêveberên komeleyê piştî axaftinan, raporên du salan eşkere kirin. Rapora Çalakiyan Hîvda Gunduz, Rapora Maliyê Hêlîn Bozarslan û Rapora Venihartinê jî Welat Tekay xwend.
Dawiya kongreyê de hevserok û endamên rêveberiya nû hatin hilbijartin. Hevserokên DMSê yên nû Hêlîn Bozarslan û Hasan Basrî Yorulmaz, endamên rêveberiya nû jî Selîme Aruç, Gurkan Arzu, Umut Çaçan, Hîvda Gunduz û Azîze Demîrtaş. Lijneya Çavdêriyê jî Vedat Tekay, Kadriye Kaya û Feyat Azîzoglu hat hilbijartin.
Kongre bi banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ku roja 4ê Çileyê li Qada Îstasyonê qediya.













