Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê dorpêçkirina bajarê Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û banga lezgîn li civata navneteweyî kir ku mudaxileyê dorpêçê bike û were herêmê lêkolînan bide destpêkirin.
MSDê derbarê rewşa Kobaniya dorpêçkirî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û banga lezgîn kir. MSDê diyar kir ku dorpêç zêdetirî milyonek mirovên niştecihên xwecihiyên Kobanê û koçberên ji Efrîn, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa û gundewarên wan dike hedef.
MSDê da zanîn ku ji ber dorpêçê ceyran û av qut in, rê nayê dayîn pêdiviyên bijîşkî, xurek, sotemenî û pêdiviyên bingehîn derbasî Kobanê bibin û got: “Berdewama vê rewşa trajedî ye, jiyana sivîlan, bi taybet zarok, nexweş û kesên bitemen dixe xetereyê. Pêdiviyên bijîşkî û derman li navendên tenduristiyê diqedin. Piraniya dikanan vala bûne û hatin girtin. Jiyana rojane bûye şerê ji bo hebûnê.”
MSDê diyar kir ku dorpêçkirin sûcekî şer û cezayekî komî ye û wiha domand: “Kobanê ku bûbû semboleke cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, îro kirin kaxezeke siyasî ya zextê û tê cezakirin. Dorpêçkirin toleke xeternak li dijî îradeya gelê ku di refa yekemîn cîhan ji rêxitina DAIŞê de parast.”
MSDê destnîşan kir ku dorpêçkirin sûcek li dij mirovahiyê ye û binpêkirina qanûnên mirovî ya navneteweyî û bang kir ku divê sivîl û debara wan wekî alaveke siyasî an leşkerî ya şantajkrinê neyên bikaranîn.
MSDê bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, tavilê rêyan veke, rê bide ku xurek, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin. MSDê bang li hêzên nîştimanî û demokrat ên Sûriyeyê jî kir ku li dijî van rûdanan bêdeng nemînin, helwesteke yekbûyî nîşan bidin ku dorpêçê red bikin û rûmeta mirovan biparêzin.
Banga ji bo civata navnetweyî
MSDê her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê jî kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê bikeve nava tevgerê û ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî xwest ku komîteyên lêpirsînê bişînin herêmê, kerîdorên mirovî vekin û van rûdanan wekî sûcekî destnîşan bikin û hesab bixwazin.
MSDê di dawiya daxuyaniyê de ev ye got: “MSD bang li wijdanê cîhanê dike; bajarê ku jiyanê parast û nirxên mirovahiyê bi ser xist nabe ku bi komkujiyan re rû bi rû were hiştin. Rûmeta gelê Kobanê ne mijara bazarê ye. Îradeya gelê wê dê bi dorpêç û birçîkirinê neşikê.”













