Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê ligel êrîşên hewayî û deryayî, bi şerê dijîtal û sîberê, pêngavên aborî û dîplomatîk jî didomin. Di encama êrişên sîberî de tora banqeyên Îranê hate rawestandin û car car midahaleyên dijîtal li dijî xetên enerjiyê jî tê kirin. Li gorî agahiyên ku di çavkaniyên herêmî û navneteweyî de pevçûn ji qonaxa êrîşên sînordar derbas bûye û veguheriye qrîzeke xeternak a herêmî.
Îsraîlê şevê din li dijî Îranê ji deryayî û hewayî êriş pêk anîn û zêdeyî 30 navendên stratejîk ên Îranê hedef girtin. Êrişên di çarçoveya, “Operasyona Mertalê Cihûyan” de hatin pêkanîn ne tenê bi tevgerên leşkerî, bi gavên sîberî, aborî û dîplomatîk jî berdewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî yên Îran û Îsraîlê, daneyên çapemeniya navneteweyî şer bi lez ber bi şerek herêmî ve mezin dibe. Piştî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bi fermî ragihand ku bi Îranê re di nav şer de ne, daxuyand ku operasyona dimeşe bi hevkariya DYAyê pêk tê. Netanyahû armaca operasyonê jî wekî guheradina rejîma Îranê daxuyand û bang li Kurd, Fars, Azerî, Belûc, Ahwaz û gelên din ên li Îranê kir û got ku ew Îranek azad dixwazin. Her wiha Serokdewletê DYAyê Donald Trump jî ev yek piştrast kir û daxuyand ku operasyonek mezin dane destpêkirin.
Hêzên leşkerî li herêmê zêde dibin
Li gorî raporên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêzên xwe yên deryayî li Kendava Besrayê û Deryaya Sor zêde kirine. Hat ragihandin ku keştiyên şer, pergalên parastina mûşekan û hêzên pêwist ji herêmê re hatine şandin. Pisporên leşkerî dibêjin ev gav ji bo astengkirina belavbûna şerê û parastina hevalbendên Amerîkayê ye. Di heman demê de, hêzên Îsraîlê jî rewşa amadebûnê li seranserê welêt bilind kirin.
Şerê sîber jî dest pê kir: Tora banqeyan hedef hate girtin
Di gel êrîşên leşkerî, şerê sîber jî bi lez mezin bû. Raporên ewlehiyê û agahiyên ji çavkaniyên yên li Îranê hatîn girtin, nîşan didin ku li ser torên banqe, ragihandin û enerjiyê yên Îranê êrişên sîber qewimîne. Hin malperên dewleta Îranê bi awayek demkî ji xizmetê derketine û tê gotin ku şer niha di qada dîjîtal de berdewam e. Çavkanî dibêjin ku armanc şerê dijîtal û sîberî têkbirina kapasîteya ragihandin û rêvebirina navxweyî ye.
Bandora şerê li ser aboriya cîhanê
Rageşiyê bandora xwe li bazarên cîhanî jî nîşan da. Nirxa petrolê bi lez bilind bû û bazarên sermaye yên li Ewropa û Asyayê heta astekê ketin. Şirketên sefera hewayî yên navneteweyî rêyên xwe li ser Îran, Iraq û beşên Rojhilata Navîn guherandin. Pisporên aborî hişyarî didin ku ger pevçûn dirêj bibe, qrîzeke enerjiyê ya nû dikare derkeve holê.
Metirsiya belavbûna şerê herêmî
Çavkaniyên ewlehiyê dibêjin hin hêzên herêmî yên ku bi Îranê re nêzîk in li Iraq û Lubnanê di rewşa amadebûnê de ne. Ev rewş fikarên li ser veguherîna pevçûnê bo şerê herêmî zêde kiriye. Analîstan dibêjin her gava nû dikare aliyên din jî bikişe nav pevçûnê.
Hewlên dîplomatîk li paş perdeyê didomin
Her çend axaftinên fermî rawestiyane jî, li gorî çavkaniyên dîplomatîk welatên wekî Qatar û Oman hewl didin peyamên nepenî di navbera her du aliyan de veguhezînin. Ev hewildan wekî kêmkirina rageşiyê berdewam in.
Rewşa navxweyî ya Îranê aloz e
Li gorî çavkaniyên herêmî yên Îranê di hundir de rewş aloz e û bandora şer bi her awayî ve giraniya xwe daye ser jiyanê. Li Tahran û hin bajarên mezin kirûbir kêm bûye, hin welatî ji bajaran derketine û hikûmetê kontrola agahdariyê zêde kiriye. Rayedaran tedbîrên ewlehiyê bilind kirine û gelek saziyên fermî di rewşa awarte de ne.













