* Rêya Colemêrg û Wanê tevî ku 18 roj in ji ber hezazê hatiye girtin jî nehatiye vekirin. Welatiyên ku bi kîlometreyan di rê de asê dimînin bertek nîşan dan û gotin: “Heger li cihekî din bûya, dê di rojekê de rê vekirina. Ev der bêxwedî ye.”
* Karkerên Madenê ku ji bo heqdestê xwe li Enqereyê çalakî li dar dixin, 9 roj in di dorpêça polîsan de ne û tên binçavkirin. Her wiha li gelek bajaran karker 1ê Gulanê bi berxwedanê pêşwazî dikin.
* Endamê Komeleya Karkerên Veguherîna Bermahiyan Mustafa Ay diyar kir ku ew ê li Qada 1ê Gulanê bibêjin ew dixwazin werin naskirin û got: “Em bi hezaran kes in û li kolanan in. Her kes li kolanan me dibîne. Lê em dibêjin divê pergal jî me bibîne. Lê belê bila pergal bizanibe em hene û em li kolanan in.”
* Hewldana 78an dê li Evrazê Kazanciyê ya li Taksîmê bernameya bîranîna qurbaniyên 1ê Gulanê li dar bixe. (12:00)
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo şermezarkirina qetilkirina Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Nûrsena Dûzgûn û Narîn Guran, dê li ber kantîna Fakulteya Fenê bi şîara “Kuştina jinan polîtîk e” çalakiyekê li dar bixe. (12:00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12:45)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, dê derbarê rewşa rêya Colemêrg û Wanê ku ji ber hezazê hatiye girtin, li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyê bide. (13:00)
* Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet dê bi boneya di hefteya 172emîn a Komkujiya Roboskî de li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13:30)
* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” tê lidarxistin, dê di roja 7emîn de berdewam bike. (13:30-20:30)
Kirmanckî
* Qome Dêrsimî, kiştişê Gulistan Doku ke eşkera bi, çar hetê welatî de vengê xo kerd berz. Persê xo ke dewlete rê bîyê, pers kerdê û wîna vat: “Dewlete hetî ra kişena hetî ra dana we. Çira çêneka ma kişte?”












