Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî ragihand ku di êrîşên DY (Amerîka) û Îsraîlê de heta niha 201 kesan jiyana xwe ji dest dane û 747 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Mucteba Xalidî der barê hejmara mirî û birîndarên li seranserê welat de agahî dan.
Xalidî got: “Di êrîşên ku li ser 24 eyaletên welêt hatine kirin de heta niha 201 kesan jiyana xwe ji dest dane û 747 kes jî birîndar bûne.” Berpirsê Îranî her wiha diyar kir ku zêdetirî 220 tîmên operasyonê yên Heyva Sor li cihên bûyerê ne û di rewşa amadebaşiyê (alarmê) de ne.







