• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    KESK: Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    ‘Taritî bi têkoşîneke hevpar dikare bi dawî bibe’

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li germava şaredarê AKPî teqîn çêbû û kesek birîndar bû

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Li Şirnexê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    Rojda Nazlier: Em ê bi beşdarbûna gel şaredariyên demokratîk û civakî ava bikin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

    DEM Partî: Divê hemû berpirsên komkujiya 5ê Hezîranê bên darizandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Divê beriya Meclîs bikeve betlanê qanûn bên çêkirin

Mahmût Altintaş / AW

15 NÎSAN 2026 - 09:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Enqere – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku nêzikatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzikatiya pêvajoyê ye û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Civak jî li benda qanûnan e. Divê beriya Meclîs bikeve destûrê qanûn bên çêkirin.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin rojeva sereke ya siyastê ye. Komîsyona Meclîsê ku di çerçoveya pêvajoyê de li Meclîsê hatibû avakirin piştî derxistina rapora hevpar xebatên xwe bi dawî kiribû. Tevî ku xebatên komîsyonê di 18ê Sibatê de bi dawî bû û di ser de zêdetirî 2 meh derbas bûne jî hê jî pêşniyarên di rapora komîsyonê de hatibûn kirin jî qanûnên pêwîst ji bo pêvajoyê nehatine çêkirin. Civak li bendê ye qanûn bên çêkirin lê hê jî ji bo çêkirina qanûnan plansaziyek nehatiyê kirin. Ew yek jî di nav civakê de fikarên gelo di pêvajoyê de xitimandin heye derdixe holê.

Tevî ku civak li benda çêkirina qanûnan e û derenghiştina çêkirina qanûnan li pêşiya pêşveçûna pêvajoyê astenge jî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dûh di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji aliyê siyasî ve gav hatine avêtin û li benda gav avêtina rêxistinê ye. Lê siyaseta Kurd û demokratîk jî li benda gav avêtina dewletê ye. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û daxuyaniya dawî ya Numan Kurtulmuş de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Gav bi yek alî nayên avêtin’

Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê weke siyaseta demokratîk xebatên wan didomin û wiha axivî: “Lê her tişt ne li ser milê siyaseta demokratîk e. Muzakerevanê sereke yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e û muzakere bi wî re tên kirin. Lê mijara çekdanînê derxistina qanûnan muzakereya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan, rêxistinê û dewletê ve tê rêvebirin. Lê em jî dibêjin ew pêvajo bi yek alî nameşe. Divê gav di nava hevsengiyeke de bi hev re bên avetin. Her dû alî ji aliyê xwe ve gavan bavejin. Di 27ê Sibatê de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan re rêxistinê xwe fesix kir, çekên xwe şewitandin û herî dawî jî komeke ji endamên rêxistinê derketin derveyî sînorên Tirkiyeyê ye. Yên nijadperest, medyaya desthilat û muxalefetê jî gelek nîqaş kirin ku rêxistin çekên xwe bernade û xwe fesix nake. Lê rêxistinê berovajî vê îradeya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan da. Niha em piştî van gavan hatine asteke. Hêviya gel jî derxistina qanûnan e.”

‘Divê qanûn zûtir bên çêkirin ku encameke baş derkeve holê’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser daxuyaniya Numan Kurtulmuş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî dibêjin heke qanûn derkevin çekên ku dibêjin nehatine danîn jî dê zûtir bên danîn. Ji bo qanûn derkevin, hemû çek bên danîn û endamên rêxistinê vegerin divê em lez bikin. Ji bo wê jî divê hemû kes tişta ku dikeve ser milê wan bike. Dewlet jî desthilat jî tişta dikeve ser milê wê bike. Divê qanûn zûtir bên çêkirin ku encameke baş derkeve holê.”

‘Xitimandinek mezin tune ye lê lihevnekirin heye’

Meral Daniş Beştaş li ser rewşa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ‘Xitimîn heye an na’ jî anî ziman ku xitimandineke mezin di pêvajoyê de tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî agahiyên me xitimandike mezin tune ye. Ji bo çêkirina qanûnan hevdîtin û xebatên me jî berdewam dikin. Lê ji ber ku rapor hê nehatiye komîsyonên îhtîsasê li hev nekirineke biçûk heye. Lê tevahî ji bo pêvajoyê em nabêjin xitimandineke mezin heye lê li hevnekirinek heye. Tekilî û muzakere berdewam e. Ji bo vêkirina pêşya pêvajoyê jî divê weke civak em xwedî li pêvajoyê derkevin. ji bo avêtina gavan di civakê de daxwazeke mezin heye. Lê hinek gav hene ji bilî çêkirina qanûnan jî ji aliyê demokrasiyê ve dikarin gav bavejin. Bicihanîna biryarên dadgeha mafê mirovan dikarin pêk bînin. Bi vê yekê re bi hezaran girtî dikarin bên berdan. Ev yek jî ne bazara çekdanînê ye. Yanî gavên ku ne hewceyî çêkirina qanûnan e divê bên avêtin ku baweriya gel ji bo pêvajoyê xurtir bibe.”

‘Divê beriya betlana Meclîsê qanûn bên çêkirin’ 

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ji bo çêkirina qanûnan dîrokek diyarkirî tune ye û ev yek anî ziman: “Di serî de gotin di meha remazanê de dê bê rojevê. Çêkirina qanûnan di rojeva birêz Abdullah Ocalan de bûye jî. Di hevdîtina dawî de gelek gotûbêj jî hatine kirin. Divê qanûn jî bi erêkirina hemû partiyan û li ser li hevkirineke û girtina nêrîna hemû partiyên siyasî bên çêkirin. Divê beriya destûra Meclîsê qanûn bên çêkirin. Yanî divê em di meha Nîsanê de nîqaşên çêkirina qanûnan bikin û bişînin komîsyonên îhtîsasê. Daxwaz û xebatên me jî niha li ser vê yekê ye. Mijara Kurd ne mijareke hêsan e, mijareke giran e. Berdelên mezin hatine dayîn. Ji avakirina komarê vir ve gelê Kurd nehatiye naskirin. Fikarên civakê hene û dibêjin dê me bixapînin. Gel mafê xwe dixwaze. Niha partiyên Meclîsê hemû jî ji bilî AKPê dibêjin bila qanûn derkevin. Lê AKPê tiştek nabêje. Lê heta AKPê nebêjê erê ev yek pêk nayê. Serokkomar jî car caran daxuyaniyan li ser pêvajoyê dide û dibêje me spartiye Meclîsê. Lê heta AKPê nebêje bila qanûn neyên çêkirin, nayên çêkirin. Ji bo wê jî ev gotinên wan berhewa dimînin. Ji bo wê jî divê AKP ku partiya desthilatê ye û hejmara herî zêde ya Meclîsê ye gav biavêje. MHP dibêje divê zûtir qanûn derkevin. Lê hevkarên wan ên desthilatê bêdeng in. Ew jî fikaran çêdike. Divê hemû kes berpirsyariya xwe bi cih bînê.”

‘Nêzîkatiyê birêz Abdullah Ocalan nêzîkatiya pêvajoyê ye’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku nêzîkbûna ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkbûna pêvajoyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Statuya birêz Abdullah Ocalan divê bê qebûlkirin. Êdî divê em li ser vê yekê nîqaş nekin. Aktorê serekê yê pêvajoyê ye û gavên herî mezin avêtiye. Ne birêz Abdullah Ocalan bûya ev pêvajo nedihat vê astê. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze aştî û civaka demokratîk ava bike. Ji bo wê jî divê şert û mercên wî yên azad jî pêk were. Yanî nabe ku muxatabekî pêvajoyê dilgirtî be. Ev yek berevajî xwezaya pêvajoyê ye. Ji bo wê jî li ser bînayeke an jî odeyeke nîqaş ne rast e û em qebûl nakin. Em dibêjin rola birêz Abdullah Ocalan çi be li gorî wê nêz bibin. Divê birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Ji bo wê jî nêzikatiya li hemberî birêz Abdullah Ocalan nêzikatiya li hemberî pêvajoyê ye. Ji hev qut nîn in.”

 

 

Etîket: Abdullah OcalanÇêkirina qanûnanHevberdevka HDKê Meral Daniş BeştaşKomîsyona MeclîsêMeclîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

5 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

5 HEZÎRAN 2026
Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

Xelkê Amedê: Pêvajo bi yek alî nabe divê dewlet gavan biavêje

1 HEZÎRAN 2026
Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

30 GULAN 2026
Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

Dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî parlamenter Anna Pic hat kirin

28 GULAN 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

28 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ji bo çêkirina qanûnan bi AKPê re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya ‘Konferansa Veguherîna Komarê’ eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (121)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne