Piştî ragihandina kuştina Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî û têkçûna pergala îdarî ya Îranê, deriyên sînor ên Bajêrge û Kapikoyê ji hatin û çûnê re hatin girtin.
DYA û Îsraîlê di sibeha 28ê sibatê de êrişeke berfireh li dijî Îranê dabû destpêkirin û di van êrişan de Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetulah Elî Xamaneyî hatibû kuştin. Piştî êrişan li Îranê pergala îdarî jî têk çûye û ji ber vê sedemê Deriyê Sînor ê Bajêrge ya li navçeya Gevera Colemêrgê û Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya navçeya Seravê ya Wanê hatine girtin. Her wiha li Deriyê Bajêrge ji aliyê Îranê ve ji ber kuştina Xamaneyî alaya reş hatiye bilindkirin.















