* Li New Yorkê jinên karker ên li tekstîlê ku ji bo mafê heqdestê xwe yê wekhev li ber xwe dan û di 8ê Adara 1857an de hatin qetilkirin. 8ê Adarê di 2yemîn Enternasyonalê de weke roja jinên kedkar hat îlankirin. Li Kurdistanê jî 8ê Adarê her tim bi bîranîna jinên têkoşer re derbas bûn. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî ji wan pêşengan bûn. Her sê jî ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd têkoşiyan û di 4ê Çileya 2016an de ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin kuştin.
* Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin bi lêv kir ku divê mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê şert û merc pêk were û got: “Heke pêvajo tunebûna jî diviya ew maf pêk bihata. Mafê heviyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî girîng e.”
* Jin di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê li Çiyayê Kirklar yê li navçeya Sûrê ya Amedê bafirokan bifirînin. (11.00)
* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê dê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de li PTTa Beyogluyê ji jinên girtî re qert bişine (13.00)
* Meclisa Jinan a Bornovayê ya DEM Partiyê, dê li Navenda Çandê ya Bornovayê şahiya 8ê Adarê li dar bixe. (13.00-18.00)











