Di rûniştina yekemîn a Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî de li ser Statûya Hiqûqî ya Kurdî hate axaftin. Di vê rûniştinê de beşdaran bal kişand ser qanûnên navneteweyî yên derbarê ziman de û wiha gotin: “Divê teqez makezagon were guhertin û zimanê me bi qanûnan were misogerkirin.”
Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê li dar xistin bi rûniştina yekemîn a bi navê ‘Statuya Hiqûqî ya Kurdî’ berdewam kir. Di rûniştina bi serenavê ‘Statuya Hiqûqî ya Kurdî’ de moderatorî parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr kir û Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak, Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û parêzer Ekrem Koçbaşi ku ji Stenbolê tev li konferansê bibû, axivîn.
‘Ziman bîra hevpar e’
Cahît Kirkazak ji zimanên xwedî statu yên cîhanê mînak dan û wiha got: “Divê ziman bibe zimanê jiyanê. Gelek pênase tên kirin. Ji bo ku em dibêjin ziman nasname ye Osmaniyê û dewleta Tirk ewilî êrîşî ziman kirin. Ewilî saziyên Kurdî hatin qedexekirin. Ji bo ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê ziman qedexe kirin. Li gelek medrese, komele û dibistanan perwerdehiya bi zimanê Kurdî dihate dayîn. Bi taybetî êrişî zimanê Kurdî kirin. Di hemû qadên jiyanê de ziman qedexe kirin. Dema mirov li Tirkiyeyê bi Kurmancî diaxive muameleyeke cuda li mirov dikin. Divê ev cudahî û cezakirin tune be. Mafê ziman ê kolektîf heye. Ziman di heman demê de bîra hevpar e weke pirekê ye.”
‘Ziman û jiyan bi hev re girêdayî ne’
Cahît Kirkazak bal kişand ser qedexekirina ziman û wiha berdewam kir: “Reklama Amesporê ya bi Kurdî qedexe kirin. Pirsgirêka me Kurdan ji hêla darizandin û hiqûqê ve gelek in. Ahmet Sureya Ozge Evren Serdozgerê Dadgeha Amedê bû. Di bîranînê xwe de wiha dibêje: ‘Rojekê em di dozê de bûn. Dadgera pirs jê ciwanekî Kurd pirsîn lê ciwanî bersiv neda. Gotin çima ji ber Tirkî nedizanî. Dadgehê biryar da ku kesê Tirkî nizane mirovekî bêkêr e û divê bê darvekirin. Ew xort hate xewna min. Min ji Serokwezîr Îsmet Înonu re name şand û bersiv da ‘em Kurd û Kurdistaniyan bin pê bikin.’ Ev hovîtî ye. Ya din gotina ‘Kamber Ateş nasilsin’ Dayik û law ji vê peyvê zêdetir nekarîn di Zindana Amedê de biaxivin. Her du jî bi hev re giriyan. Têkoşîna gelê Kurd berdewam kir. Di dozên KCKê de hevalên me dest ji parastina bi zimanê xwe bernedan û ew maf bi dest xistin lê ew maf jî bi pere ye. Ziman û jiyan bi hev re girêdayî ye.”
‘Bi têkoşînê zagon dê werin çêkirin’
Cahît Kirkazak ji nava jiyanê jî çend mînakên astengiyên li pêşiya Kurdî da û wiha got: “Heke em di makezagona Tirkiyeyê de hatibûna pênasekirin dê mafê me yê zimanê me jî hebûya. Ji ber em nîn in lewma zext û zilmê li me ferz dikin. Ji îro pê de divê rewşa me ne parastina ziman jiyîna ziman be. Bîra hevpar û mîrateya hezar salan em bigihînin îro. Du salên dawî em li benda desthilata Tirkiyeyê ne ku gavan biavêje lê mixabin tiştekî nakin. Ji ber çavkaniya têkoşîna me ne zagonî ye. Têkoşîna me meşrû ye. Heke em bi awayekî meşrû têkoşîna xwe bidomînin dê zagon jî çêbin.”
‘Polîtîkaya netewperestiyê ji Lozanê dest pê kir’
Piştre Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli axivî.
Cemîle Tûrhalli diyar kir ku meseleya ziman meseleyeke kûr e û wiha got: “Meseleyeke siyasî ye. Nêrîna li siyasetê, li jinan bi ziman tê fêmkirin. Qada min hiqûq e. Heke çek siyaset be gule jî hiqûq e. Ji beriya komarê heta niha mekanîzmaya dewletê li ser tunehesibandina Kurdan e. Wêneyê Peymana Lozanê ji bo me cihê şermê ye. Parçûbûna Kurdistanê ji vê peyamê dest pê kir. Kurdistan li wir nehate parçekirin hate darvekirin. Polîtîkaya netewperestiyê ji Lozanê dest pê kir.”
‘Divê teqez makezagon were guhertin’
Cemîle Tûrhalli bal kişand ser makeqanûnên salên 1924, 1961 û 1982yan û wiha domand: “Di van makeqanûnan de zimanê dewletê yê fermî Tirkî ye. Yek dibêje zimanê fermî Tirkî ye. Yek dibêje zimanê civakê zimanê Tirkî ye. Tirkiyeyê ev qanûn çêkirin û xwest li parçeyên din ên li Kurdistanê jî vê ferz bike. Dewletê li hemû qadên jiyanê ji bo pergala xwe ava bike li gorî wê qanûn derxistin û pêk anî. Ji sala 1925an heta niha gelê me jî li ber xwe dide tu caran serî nedanî û zimanê xwe heta roja niha anî. Hemû navên gund û bajaran ên Kurdan û Ermenan guhertin. Heta sala 1957an hemû nav guhertin. Ev hê jî berdewam dike. Hê jî navên gundên me qebûl nakin. Divê em li ser pirsa ‘vê pirsgirêkê çawa dikarin çareser bikin’ serê xwe biêşînin. Me şerm dikir ku bi zimanê xwe biaxivin ev trajiyeke. Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Ji bo ku me îtîrazkiriye niha ev pêvajoya avakirinê dest pê kiriye. Divê em vê qebûl bikin û li gorî wê gavan biavêjin. Divê teqez makezagon were guhertin û zimanê me bi qanûnan were misogerkirin. Lê gelek tiştên ku em jî bikin hene divê em wan pêk bînin. Qanûna herfan nahêle em zimanê xwe bikar bînin. Heke em zimanê xwe derbasî qanûnan bikin dê di nava jiyanê de jî bandora wê hebe. Ji bo vê jî divê em bixebitin. Divê bi qanûnan hin raye ji şaredariyan re bên dayîn wê demê em dikarin tîpên xwe bikar bînin.”
Derfetên perwerdehiya bi zimanê zikmakî

Parêzer Ekrem Koçbaşi jî Pênaseya Hiqûqa Navneteweyî û Endamên Civaka Navneteweyî kir û qala peywîra Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî kir. Ekrem Koçbaşi Şaxên Hiqûqa Navneteweyî rêz kirin û wiha got: “Yek ji wan parastina mafên mirovan e. Mafên zimanî jî di nava vê de cih digire.”
Ekrem Koçbaşi bal kişand mafê perwerdehiyê yê di hiqûqa navneteweyî de û bi lêv kir ku ziman nayên parastin û mafên zimanî yên bikaranîn, hînbûn û perwerdehiya zimanê zikmakî rêz kirin û ev tişt vegot: “Divê dewlet bi derfetên xwe perwerdehiya zimanê zikmakî bidin welatiyan. Divê dewlet ji bo kêm neteweyên cudakariyeke pozîtîf bike.”
Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.













