Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ez hunermendê mezin Kadîr Înanir ku di dilê gelê Tirkiyeyê de cih girtiye, bi rêzdarî bi bîr tînim.
Ew jî wek Yilmaz Guney û Sirri Sureyya nûnerê mezin ê xeta hunera sînameyê bû. Ew hunermendekî rasteqîn bû ji bo gel. Di dilê gel de xwedî nirxeke etîk û estetîkê bû. Yek jê pêşengên aqîlmend ê rast û bi israr ê pêvajoya aştiyê bû. Ew jî wekî Sirri Sureyya Onder şopdarê pêvajoya dawî ya aştiyê bû.
Ez bawer dikim ku dê Pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje serkeftinê. Bi vê serketinê dê ruhê wî şad be.
Ez sersaxiyê ji xizm, dostên wî re û ji gelên me re dixwazim û bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.
Abdullah Ocalan
27ê Hezîrana 2026-Îmrali”













