Mitînga Azadiyê ya bi heybet ku bi tevlibûna deh hezaran hat lidarxistin, bi konsera Koma Amed bidawî bû.
Mitînga Azadiyê ya Wanê, piştî konserên rapbêj Sîmyager, hunermend Beser Şahîn û Koma Amed bi dawî bû. Bi deh hezaran welatî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qada mitîngê tijî kirin û ji bo aştiyeke birûmet û azadiyê qiriyan. Taybetî jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên Kurdî eleqeyeke mezin nîşanî mitîngê dan.
Piştî axaftinan rapbêj Sîmyager, hunermend Beser Şahîn û Koma Amed derketin ser dikê û stranên xwe ji bo beşdar û guhdarên xwe re gotin. Taybetî dema Koma Amed derketî ser dikê li qadê kelecaneke mezin çêbû û guhdaran bi kêfxweşî guhdariya stranên komê kirin.
Mitînga bi heybet a Wanê piştî konsera Koma Amed bi dawî bû.
























