Li Stenbolê Şaredarê Beşîktaşê Riza Akpolat jî di nav de di çarçoveya lêpirsîna li ser “rêxistina sûc” de 23 kes hatin girtin.
Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Stenbolê lêpirsînek li ser Azîz Îhsan Aktaş û rêxistina wî dimeşîne ku tê îdiakirin wan bi rêya bertîlan bandor li şaredar û rayedarên şaredariyan û îhaleyan kiriye. Di çarçoveya vê lêpirsînê de Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat û Azîz Îhsan Aktaş jî di nav de 40 kes hatibûn desteserkirin.
Ji 40 gumanbaran duh ewilî16 kes piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Paşê desteserkiriyên mayî sewqî dadgehê hatin kirin.
Piştî îfadedayina li dozgeriyê û dadgeriyê biryar hat dayîn. Riza Akpolat û Azîz Îhsan Aktaş ji di nav de 23 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Desteserkiriyên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.