* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de rewşa Îranê bi awayek berfireh dinirxîne. Abdullah Ocalan dibêje ku Îran an dê çareseriya modernîteya demokratîk qebûl bike û bibe navende kêşewer an jî dê di çareseriya netew dewletî de israr bike û bi neçarî parçe bibe.
* Siyasetmedara Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Zeynep Celaliyan ev 18 sal in di girtîgehê de tevî nexweşiyê jî li ber xwe dide. Ew di nava jinan de bûye “Sembola Berxwedanê” û bi têkoşîna xwe li ser nifşê nû jî xwedî bandoreke mezin e.
* Jinên ku li Êlihê tev li mitînga 8ê Adarê bûn diyar kirin ku ew vê rojê weke bîranînê nabînin û gotin: “Em vê rojê weke berxwedanê bi nav dikin. Em dixwazin jin li her dera cîhanê azad bibin, xwe îfade bikin û xwe biparêzin.”
* TJA û rêxistinên jinan dê li Amed, Wan, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Enqere û gelek navendên meş û mitîng û daxuyaniyan li dar bixin. (11:00-20:00)
* 24emîn Meşa Feminîst a Şevê dê li Siraselvîler a Taksîma Stenbolê bê lidarxistin. (19:30)













