• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    Heyva Sor li gundewarên Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor li gundewarên Kobanê alîkarî belav kir

    ‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

    ‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

    Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

    Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

    Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

    Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd cangoriyên Helebceyê bi bîr anî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

    Heyva Sor li gundewarên Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor li gundewarên Kobanê alîkarî belav kir

    ‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

    ‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

    Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

    Li Dêrsimê banga tevlêbûna Newrozê

    Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

    Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

    ‘Helebce di bîra gelê Kurd de birînek ku nayê jibîrkirinê ye’

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd cangoriyên Helebceyê bi bîr anî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Daxuyaniyên ji bo Helebceyê: Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan/ AW

16 ADAR 2026 - 16:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran bi boneya salvegera Helebceyê daxuyaniya hevpar da. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dê komkujiya Helebceyê neyê jibîrkirin.

 

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyên hevpar dan. Platforman di daxuyaniyên hevpar de bal kişand ser encamên komkujiyê û hat diyarkirin ku ew ê Helebceyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li Qada Bajêr a Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujiya Helebcê ji bîr neke” hat vekirin û dirûşmên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê Berdevkê Serdemê yê KESKê Vural Aytûrk xwend. Piştî daxuyaniyê, girse derbasî li Avahiya Platforma Şaxên KESKê ya Wanê, beşdarî pêşangeha wêneyan a ku derbarê komkujiyê de hatibû amadekirin bûn.

Erdîş

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li Erdişê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partıyê Veysi Dilekçi, Parlementerê DEM Partiyê Mahmut Dundar, Komeleya Melayan û gelek nûnerên saziyên sivîl û civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Erdişê Yasemîn Agaoglu xwend.

SÊRT

Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê ya ku di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû, li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Di bîranînê de Hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, TJA, Baro, ÎHD, OHDa gelek rêveber û endamên saziyên civakî yên sivîl ên bajêr tev li daxuyaniya bîrarînê bûn. Girseya kombûyî dirûşma “Şehîd Namirin” berz kirin û pankarta “Em komkujiya Helebceyê ji bîr nakin” vekir. Daxuyaniyê Hevserokê DBPa Sêrtê Mustafa Dayanan xwend.

ŞIRNEX

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, li Kolana Hunerê daxuyanî da û kesên hatine qetilkirin bi bîr anî. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de pankarta “Em Qetlîama Helepceyê şermezar dikin û ji bîr nakin” hate hilgirtin. Metna hevpar Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Botanê (TUHAD-DER) Aydin Denîz xwend.

MÊRDÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî daxuyanî da û merasîma bîranînê li dar xist. Bîranîn, li Parka Karayollariyê hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên demokratîk û welatî tev li bîranînê bûn. Metna hevpar berdevka demê ya platformê Gulbîn Onerê xwend. Daxuyanî, bi merasîma bîranînê bi dawî bû.

RIHA

Platforma Ked û Demokasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM’ê ya li navçeya Xelîliyeyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Mûrat Oruç daxuyanî da û got ku li dijî Kurdan sûcê qirkirinê hatiye kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Kurdiya daxuyaniya hevpar aktivîsta TJAyê Adalet Erîşê xwend.

ÇEWLÎG

Nûnertiya ÎHDê ya Çewlîgê li Qada Bajêr daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Me Helebceyê ji bîr nekir, em ê ji bir nekin” hate vekirin. Daxuyaniyê Nûnerê ÎHDa Çewligê Cemal Guzel xwend.

EDENE

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da. Gelek nûnerên saziyên demokratîk tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHDê Yasemîn Dora Şekerê xwend.

HATAY

Şaxa ÎHDa Îskenderûn a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Ayten Kilinçê anî ziman ku heta Tirkiye komkujiya Helebceyê weke “Komkujiya li Dijî Kurdan” nas dike dê têkoşîna xwe bidomînin.

MÊRSÎN

 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkujî sûcên li dijî mirovahiyê ne” hat vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHDa Mêrsînê Zeynep Kayayê daxuyanî xwend.

ENQERE

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi boneya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî da. Di metan hevpar a li bajarên din jî hate xwendin de hat gotin ku armanca vê qirkirinê ji ber têkoşîna gelê Kurd bi ser neketiye.

Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî têkildarî komkujiyê pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê û xwest ev komkujî weke qirkirin were qebûlkirin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Me komkujiya Helebceyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

Berî 38 salan, di 16ê Adara 1988an de, komkujiya Helebceyê ya ku li Iraqê ji aliyê rejîma Baasê û dîktator Sedam Huseyîn ve hat pêkanîn, wek yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê di bîranînan de hatiye neqşkirin. Di vê êrişa ku tê de çekên kîmyewî û biyolojîk hatin bikaranîn de, zêdetirî 5 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes birîndar bûn û encamên giran ên mirovî yên ku dê bi nifşan bidomin derketin holê. Ev sûcê ku li Helebceyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû mirovahiyê hatibû kirin.

Rêveberiya Baasê ya wê demê li Iraqê, bi salan hewl da ku daxwazên gelê Kurd ên ji bo wekhevî, azadî û mafên demokratîk bi şîdeta dewletê, zext û rêbazên leşkerî bitepisîne. Komkujiya Helebceyê jî bû yek ji mînakên herî hov ên vê polîtîkayê. Lê belê dîrokê bi eşkereyî nîşan daye ku; komkujî, qedexe û polîtîkayên zextê nekarîne têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelan ji holê rakin. Tevî êşa giran a li Helebceyê, gelê Kurd dest ji têkoşîna xwe ya mafdar berneda û bi destkeftiyên ku bi dest xistin, ji bo geşedanên demokratîk ên li herêmê jî bû xwedî kedeke girîng. Dîrokê careke din nîşan da ku; rêbazên zext û şîdetê dikarin têkoşînên demokrasî û azadiyê bi rengekî demkî bitepisînin, lê nikarin ji holê rakin. Tevî ku çekên kîmyewî bên bikaranîn jî, lêgerîna gelan a ji bo edalet û azadiyê bi komkujî û şîdetê nayê sekinandin.

Geşedanên herêmî û gerdûnî yên îro jî îşaret bi xalên nû û krîtîk dikin. Alozî û şerên ku li Rojhilata Navîn mezin dibin, gelan careke din bi rîsk û xetereyên mezin re rû bi rû dihêlin. Di vê pêvajoyê de, yên ku li bendê ne gelê Kurd di navbera hêzên hegemon û rejîmên paşverû û otorîter ên herêmê de tercîhekê bike, dê şaş bikin. Gelê Kurd ne mehkûmê navendên hêzên hegemon e, ne jî mehkûmê rejîmên zordar e.

Têkoşîna gelê Kurd, bi têgihîştina “Rêya Sêyemîn” a ku li ser bingeha wekheviya gelan û paşeroja demokratîk ava bûye, di herikîna xwe de berdewam e. Ev nêzîkatî diparêze ku azadî, aştî û çareseriya demokratîk bi vîna gelan bi xwe pêkan e. Gelê Kurd êdî ne çavkaniyeke mirovî ye ku tu hêz di demên teng de bikar bîne. Gelê Kurd gelek e ku hem li qadê û hem jî di qada dîplomasiyê de hebûna xwe îsbat kiriye û tu nêzîkatiyeke siyasî ya ku vê rastiyê nebîne, şansê wê yê serkeftinê nîne.

Di salvegera komkujiya Helebceyê de; em kesên ku ev êrişa dijminê mirovahiyê pêkanîne careke din lenet û şermezar dikin, yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz, minet û bi xemgîniyeke kûr bi bîr tînin. Ji bo ku ev êşa mezin a ku di dîroka cîhanê de şop hiştiye neyê jibîrkirin û ji bo ku careke din tu hêz hewildaneke wiha li dijî gelê Kurd neke, têkoşîna me dê berdewam bike.”

Etîket: komkujiya HelebceyêPlatforma Ked û DemokrasiyêPlatforma Saziyên Demokratîksalvegera komkujiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

Li Amedê bîranîna Helebceyê: Yekîtî dikare pêşî li komkujiyan bigire

16 ADAR 2026
Federasyona Gaziyan: Em dê xeyalên şehîdan Helepceyê pêk bînin

Federasyona Gaziyan: Em dê xeyalên şehîdan Helepceyê pêk bînin

16 ADAR 2026
PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

PJAK: Kurd tu carî komkiujiyan jî bîr nake, dê heta azadiyê têbikoşe

15 ADAR 2026
Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

Li Stenbolê komkujiya Helebceyê û Beyazitê hate şermezarkirin

15 ADAR 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026
Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Efrînê Kurd dê di ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalenga Newrozê Rahşan Demîrel: Bi lastîkan nebe em dê bi bedena xwe pîroz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayram Bozyel: Kurd bi tifaqeke neteweyî dikarin bigihîjin azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelengên Newrozê Ronahî û Bêrîvan: Bila beden û fikrên me diyarî gelê Kurd be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Îdirê: Em ê tim ji bo serkeftinê têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (608)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne