Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Sumer Parka Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî danîn. Çalakiya ku bi armanca li her qadê daxwaza mafê zimanê Kurdî bînin ziman tê lidarxistin rastî eleqeyek mezin hat.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Sumer Park a li navçeya Yenîşehîr a Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî danîn. Bernameya Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ku du rojan berdwam bike îro dest pê kir. Di konên çalakiyê de îro 15 kon hatin vedan. Di nav 15 konan de ji bo jinan, zarokan, ciwanan, ziman, çand û tenduristiyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Di bernameyê de govend hate gerandin, klamên dengbêjiyê hatin gotin, ji bo tenduristiyê perwerde hate dayîn, bi tevlibûna zarokan leystok hatin leyîstin. Hemwelatiyan û zarokan eleqeyek mezin nîşanê çalakiyan dan.

‘Daxwaza xwe ya mafên zimanî li her qadê bînin ziman’
Endama MED-DERê Dîlan Guvenç ku li ser navê Koordinasyona 15ê Gulanê axivî, bal kişand ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Gulanê, bi taybetî 15ê Gulanê, ji bo me ew e ku em hem bikaribin hevkariyê di nav sazî û dezgehên xwe de pêk bînin, hem jî hişmendiya zimanî di nav saziyên xwe de bi dest bixin û hişmendiyek wiha saz bikin. Ji ber vê yekê ev xebat dualî ye; hem ji bo naskirin û birêxistinkirina me ye, hem jî peyamek e ji dewletê re ku em ê daxwaza xwe ya mafên zimanî li her qadê û li her deverê bînin ziman.”
‘Dê sibê çalakiyên me zêdetir bibin’
Dîlan Guvenç derbarê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de jî ev tişt got: “Îro 15 kon hatin vedan. Sibe jî dê 30 kon bên vedan. Dê her roj ev konên me zêdetir bibin û çalakiyên me zêdetir bibin. Di van konan de şaredariyên me di nav de ne; Zarokistan, Platforma Tendurîstiya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, MED-DER, Komaleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û partiyên me di nav de ne. Her çar navçeyên me di nav de ne: Sûr, Peyas, Rezan û Bajarê Nû. Her wiha saziyên çandê jî di nav de ne. Sibê em dixwazin ku xebatên xwe geştir û baştir bikin. Ji bo vê yekê, xebatên me niha bi vî rengî didomin û çalakiyên cihêreng li gorî her temenî têne lidarxistin.”
Bernameya Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî ku bi coş û kelecanî didome dê sibê berdewam bike.































