• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

    Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

    Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2026 - 15:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
PJAKê, Newroz li tevahiya gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û wiha got: “Newroza îsal Newroza azadiya tevahiya gelên Îranê ye û gelê Kurd di vê rêyê de pêşengtiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Ev Newroza diyarkirina çarenûsa jiyana azad a Kurdan û gelan e.”

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî parve kir. PJAKê cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahiya gelan pîroz kir û balkişand ser geşedanên demên dawî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di rewşek dijwar de pêşwazî li Newroza îsal dikîn. Newroza îsal Newroza azadiya tevahî gelên Îranê ye û gelê Kurd di vê rêyê de pêşengtiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Em bi vê îradeyê Newrozê pêşwazî dikin ku hemwextê şoreş û guherîna herî mezin a werçerxa Îranê ye.”

‘Newroza diyarkirina çarenûsê ye’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Newroza îsal Newroza diyarkirina çarenûsa jiyana azad a Kurdan û gelan e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji Newrozeke şahî û dîlanê zêdetir Newroza têkoşînê ye. Di demekî de ku hemû gelên li seranserî Îranê di nava şerekî cîhanî û herêmî de ne. Ev Newroz afirînerê hêza azadiya girseyî ye ku xwedî hemû hest, hêz û şiyana serhildanekê ye ku dê çarenûsa netewan a bi sedsalan diyar bike.”

‘Ji bilî têkoşînê riyek din nîne’

Di daxuyaniyê de şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Şerê ku niha di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de tê meşandin çirûskên wê belavî gelek welatên cîran bûne. Di sedsala borî de hêzên ku tevlî şerên li Rojhilata Navîn bûne, Kurdistanê kirine qada şer. Vê yekê gelê me ji azadiya jiyanê bêpar hiştiye. Newroz ku bi têkoşîna gelê me ya di sedsala borî de hertim bi xeyalên pak ên azadiyê ve hatiye pîrozkirin, ber bi Newroza dawî ya ji bo diyarkirina çarenûsek demokratîk ve diçe. Di vê Newrozê de ruhê gelên Îranê ruhê azadî û hêviya bi têkoşînê ye. Hemû gel û neteweyên Îranê neçar in ku ji bo azadiyê têbikoşin û ji bilî temamkirina vê rêyê ji bo xilasbûna ji karesatên sîstemên desthilatdar û şerên wan ên wêranker, rêyek din tune ye.”

‘Divê têkoşîn bigihe lûtkeyê’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hişmendiya rejîma Îranê riya demokrasiyê bişopanda şerê nihat tê jiyîn pêk nedihat û wiha hate gotin: “Sedsalin, her sal rejîma Îranê zilmê li gelê Kurd dike. Rejîma serdest amade ye ku berê xwe bide şer û wêrankirinê, lê kêliyek azadî û demokrasî ji bo gelê me qebûl nake. Di demek wisa de, gelek ku bi hezaran salan bi Newrozeke tijî xeyala azadiyê jiyaye, divê têkoşînên xwe yên demokratîk di derfetên heyî de li ser bingeha îradeya girseyan bigihîne lûtkeyê.”

‘Rola gelên Îranê diyarker e’

PJAKê ragihand ku tevgera wan a azadiyê û gelê Kurd li seranserê Rojhilatê Kurdistanê amade ne ku vê şoreş û guhertina dîrokî li kêleka gelên Îranê bi dest bixin û ev nirxandin kirin: “Eger gel û netewe bi xwe destwerdanê di vê guhertina mezin a Îrana niha de nekin, sîstemên desthilatdar dê dîsa çarenûsa xwe diyar bikin û vê derfetê bi tevahî ji dest bidin. Ji ber vê yekê, rola gelên Îranê di Newroza Azadiyê ya îsal de dîrokî û diyarkere.”

‘Yekîtiya Kurdan riya şikandina zincîran e’

Di daxuyaniyê de pêşengtiya jinan di têkoşînê de hate destnîşankirin û wiha hate domandin: “Azadiya jinan, civak û jîngeh newrozê ya îsal dike ya herî bêhempa û dîrokî. Em li ber şoreşekê ne ku tê de jin stûna sereke ya diyarkirina pêşeroja azadiya vê şoreşê ne.” Her wiha di daxuyaniyê de yekîtiya Kurdan û girîngiya têkoşîna hevpar jî hate bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Yekîtîya gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî şertê ketina qada têkoşînê û pîvana sereke ya rizgarbûna ji zincîrên zilma sedsalane. Felsefeya me hîn jî jin, jiyan û azadî ye û di vê rêyê de azadiya gelê Kurd, Rêber Apo, gelên bindest û azadiya jinan bi tevahî bi hev ve girêdayî ne. Qadên Newroza îsal, qadên afirandina îradeya rizgariya mayînde ya ji zilm, asîmîlasyon, tunekirin, şer û wêrankirinê ne. Rêya azadiyê bêvegere û Îran dê tu carî venegere rewşa xwe ya berê ya bindest.”

Etîket: DYAGelê kurdÎranÎsraîlKurdistanNewrozPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

17 ADAR 2026
NY: Êrişa li ser Girtîgeha Evînê sûcê şer e

NY: Êrişa li ser Girtîgeha Evînê sûcê şer e

17 ADAR 2026
Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

17 ADAR 2026
Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

Li bajaroka Bulamê Cejna Newroz hat pîrozkirin

17 ADAR 2026
Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

17 ADAR 2026
Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (651)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne