Enqere – Berdevkê Dîplomasiya PJAKê yê Ewropayê Zagros Enderyarî anî ziman ku lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirineke demkî ye û wiha got: “Şer dê berdewam bike. Divê partiyên Kurd jî ji bo wê rojê xwe amade bikin.”
Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de êrişî Îranê kir û piştî êrişan li Rojhilata Navîn geşedanên girîng qewimîn. Beriya êrişan partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî yekîtiya xwe ragihandin û bi tu awayî mudaxilî şer nebûn. Şerê ku bandor li tevahî herêmê kir piştî peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê ku di 14-15ê Hezîranê de pêkhat û di 19ê Hezîranê de jî bi awayekî fermî dê bê îmzekirin. Lê ji aliyê din ve jî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve peyman dê pêk were an şer dê berdewam bike tê meraqkirin. Nexasim jî Îsraîl ku yek ji aliyê şer bû û peymana agirbestê îmze nekiriye, îhtîmala şerekî nû jî çêdike.
Piştî peymanê hem rêyedarên Amerîkayê û hem jî rêyedarên Îranê ev peyman li gorî xwe weke serkeftin bi nav kirin. Li gorî peymana ji 14 xalan pêk tê Amerîka dê ambaryoya li Tengava Hurmuzê bi dawî bike û ji nû ve avakirina cihên ji êrişan bandor bûne dê 300 milyar dolar bide Îranê. Îran jî dê çekên nukleerî çêneke. Her wiha yek jî xala peymanê li hemû çeperên şer, Lubnan jî di nav de agirbesteke mayînde dê pêk were. Li gorî peymanê heke di nava 60 rojan de peyman li ser erdê pêk neyê û Îsraîl li gorî peymanê tevnegere dê şer careke din dest pê bike. Lê tevî peymanê jî Îsraîlê destwerdana li ser Lubnanê bi dawî nekiriye û ev yek jî îhtîmala şerekî nû xurttir dike.
Berdevkê Dîplomasiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) yê Ewropayê Zagros Enderyarî ku geşedanan ji nêz vê dişopîne, bandora peymanê li ser herêmê, helwesta partiyên Kurd ên Rojhilat li ser vê peymanê û siberoja Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Amerîka û Îsraîl zerar nekirine û serkeftiyên vî şerî ne’
Zagros Enderyarî anî ziman ku êrişan bandoreke mezin li ser Îranê kiriye û li ber Amerîka û Îsraîlê windahiyên Îranê zêdetirin. Zagros Enderyarî destnîşan kir ku Îran êdî nikarê weke berê bibe û peymana hatiye îmzekirin wiha nirxand: “Her çiqas di nava agirbestê de nebe jî yek ji aliyê şer Îsraîl bû. Lê xuyayê her çiqas ne li gorî dilê Îsraîlê be jî ew 14 xalên peymanê qebûl kiriyê. Her du alî jî peymanê weke serkeftinekê pênase dikin. Lê dema em lê dinêrin Îranê windahiyên mezin dan. Hem di aliyê rêveberên olî û hem jî di aliyê leşkerî de gelek kesan ji dest da. Em dikarin bêjin hemû rêveberiya Îranê guherî. Her wiha hilweşîneke mezin li Îranê heye û ji aliyê aboriyê ve jî Îranê darbeyeke mezin xwar. Ji bo wê jî Îran ne Îrana berê ye û guherînên mezin pêk hatine. Piştî vî şerî wisa xuyaye ji aliyê çandî ve jî li Îranê guherînên mezin dê biqewimin. Siyasteke nû, rêveberiyeke nû û civak jî êdî ne weke civaka berê ye. Ji bo wê jî her çiqas aliyên dijber nekaribin rejîmê biguherînin jî heta cihekî bi serketin. Serkêftina Îranê tenê ew bû ku rejîm têk neçû. Lê siberoja Îranê dê pir bi zahmet be. Aborî û siyaseta Îranê têr nake ku daxwazên gel bi cih werin. Amerîka jî difikire ku hê jî xwepêşandanên gel bi dawî nebûne. Îhtîmal heye ku ji aliyê gel ve piştî vî şerî xwepêşendanên mezin jî biqewimin. Encam û guherînên vî şerî di siberojê de em ê bibînin. Amerîka û Îsraîl zerar nekirine û serkeftiyên vî şerî ne.”
‘Îsraîl bi tena serê xwe nikare êrişî Îranê bike’
Zagros Enderyarî bi lêv kir ku Îsraîl bi tenê serê xwe nikare êrişî Îranê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsraîl her çiqas ji aliyê teknolojîk ve pêşketibe jî welatekî biçûk e û hejmara leşkerî jî kêm e. Ji ber wê jî bi tenê nikare êrişî Îranê bike. Ji bo êrişeke berfireh pêdiviya wan bi Amerîka heye. Lê dibe ku di siberojê de li dijî serkirdeyên Îranê û cihên taybet êrişên xwe bidomîne. Ez wisa difikirim li derveyî Îranê an jî hundir Îsraîl dê siyasetmedar û rêveberên Îranê bike hedef. Dibe ku li welatên weke Sûriye û Yemen û Urdunê jî bike. Lê texmîn nakim weke şerê derbas bûyî di nava van çend mehan de di navbera Îraîl û Îranê de şerekî bi vî rengî biqewime. Îsraîl bi vî şerî destkeftiyên mezin bi dest xist. Hem li Filîstin, hem li Urdun û Îranê neyarên xwe paş xistiye. Ji bo wê jî dibe ku heta demekê Îsraîl li gorî vê peymanê tevbigere.”
‘Pêvajo ji bo yekîtiyê gavek e’
Zagros Enderyarî da zanîn ku hê gelek zehmetî li pêşiya Kurdan hene û bal kişand ser yekrêziya siyaseta Kurdan û ev yek anî ziman: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku tê birêvebirin dikare bandoreke erênî li her çar aliyan bike. Ev pevajo ji bo hemû aliyan derfetên erênî bi xwe re anîn. Dikare derfetan peyda bike ku Kurd pirsgirêkên xwe bi dewletên di nav de dijîn re çareser bike.”
‘Em ê xebatên xwe yên serhildanên Jin Jiyan Azadî bidomînin’
Zagros Enderyarî diyar kir ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştî peymanê jî dê xebatên xwe ji bo guherîna rejîma Îranê bidomînin û wiha pê de çû: “Di salên 2022 û 2023yan de bi serhildanên Jin jiyan Azadî me texmîn dikir Îran li benda guherînê ye. Partiyên Kurdan jî nêzî hev bûbûn. Niha jî 6 partî di nava yekîtiyê de ne. Me dizanî şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de şerê hegemonan e û ji bo berjewendiyên hegemoniyê. Ji bo wê jî me taxmîn dikir dê rojeke li hev bikin. Ji bo wê jî partiyên li Rojhilat weke stratejîk nêz bûn û nebûn parçeyekî şer. Lê tevî vê yekê jî Îranê dît ku em dikarin guherînan pêk bînin li Başûrê Kurdistanê êrişî navenda partiyên Rojhilat kir. Di çarçoveya serhildana Jin Jiyan Azadî de em dixwazin xebatên xwe berdewam bikin. Bi rêya hêza gel bikaribin li Îranê guherînên demokratîk pêk bînin. Komareke Demokratîk li Îranê bê avakirin û Kurd jî li herêma xwe xweser bin.”
‘Divê Kurd jî bi her awayî amade bin’
Zagros Endaryarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de lihevkirineke demkî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev şer şerê aborî û hegemonyayê ye. 2 hêzên hegemon weke Amerîka û Çîn dixwazin hegemona sereke ew bin. Ji bo wê jî bi şer dixwazin korîdorekî aborî û li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Li herêmê jî Îran dixwaze korîdorên xwe çêbike ji van hinek jî li ser korîdorên Tirkiyeyê derbas dibe. Îsraîl li ser korîdora Davut, Tirkiye Zengezorê û Îran jî dixwaze korîdorê xwe çêbike. Lê korîdora Tirkiyeyê bi awayekî hatiye dîzaynkirin ku herêmên Kurdan ber bi çav neyê girtin û nekarin bandorê li ser aboriya cîhanê bikin. Hinek rayedarên Tirkan jî ji bo vê digotin dibe ku piştî Îranê dor bê Tirkiyê jî. Ji bo wê jî pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê heke berdewam bike dê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkiyeyê û herêmê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Lê heke ne wisa be dê di navbera Tirkiye û Îsraîlê ango di navbera Îran û Tirkiyeyê de îhtîmala şer heye. Ji bo wê jî ji bo pêşî li şer bê girtin divê di navbera dewletên Rojhilata Navîn de koalîsyonek bê avakirin. Lê ne bawerim di wê ferasetê de bin. Siberoja Rojhilata Navîn jî ne diyare dê çi bibe. Ev lihevkirina Amerîka û Îranê jî ne bawerim demdirêj be. Şer dê berdewam bike. Divê partiyên Kurd ji bo wê rojê xwe amade bikin ku em bikaribin derfetan baş bikar bînin û xwe ji têkçûn û windahiyan biparêzin.”













