Wan – Nivîskar û berhevkara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîç derbarê wêjeya niviskî û wêjeya devkî axivî û got: “Em ankû civak, giringiyê didin wêjeya niviskî lê belê li gorî min kaniya wêjeya niviskî, wêjaya devkî ye. Jina Kurd di nava kar û barê xwe yê gund û çiyayî de wêjeya devkî afirandiye.”
Di dîroka mirovahiyê de wêje cihekî pir kevnar û girîng heye. Helbet wekî tê zanîn wêje ne tenê ya nivîskî lê wêjeya devkî jî hatiye afirandin. Wêjeya devkî di nava civaka Kurdan de ji aliyê dayikên Kurd ve bi çîrok, çîvanok, lorik, çarin, biwêj û dengbêjiyan pêk tê. Lê wekî gelek qadan di qada wêjeyê de jî ji ber têgihiştina baviksalariyê hejmara jinan an kêm e an jî jin na yên dîtin. Lê belê li beramberî têgihiştina baviksalariyê jî di giştî cihanê û di civaka Kurdan de jinên ku mohra xwe li wêjeya niviskî û devkî xistin jî hene. Elîf Gemîcîoglu Yavîç di derbarê wêjeya devkî ya Kurdî û berhemên xwe de ji ajansa me re axivî.
Têgihiştina baviksalar reng û dengê jinê temirandiye
Elîf Gemîcîoglu Yavîçê derbarê rola jinê di wêjeyê de da zanîn ku wekî her qada jiyanê li qada wêjeyê de jî jin rastî astengiyan hatine û got: “Li welatên mîna Îngîlîstan û Fransayê jî bi salan romanên ku jinan nivisandin li ser navê mêran dihatin weşandin. Piştî eşkere bû ku nivîskara pirtûkê jinek e, xwendina pirtûkê pir kêm dibû. Sedema vî tiştî têgihiştina baviksalarî ye ku dibêje mêr her tiştî baştir dizane. Her wiha ev rewşa ku li gelemperî cihanê de heyî li Kurdistanê jî heye. Helbet rewşa Kurdan ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne bêtir zehmet dibe. Her çi qas medrese, dibistan an cihê Quran xwendin jî hebe li wan deran jî ji bo jinan astengî derxistine. Lê helbet hinek dem û cihên cuda yên cihanê ku rewşên politik hebûn û jinan li hemberî hinek tiştan serî hildidan jî hebûn. Yek ji wan di pirtûka bi navê Xezal de derbas dibe ku li Sovyetê dema Lenîn de qewimiye. Jinan li hemberî qelenî serî hildane lê wî demî ev tişt li Kurdistanê ne bûye mijara niqaşê jî. Her wiha mijareke din ya civakî jî bawerî ye. Di bin navê baweriyê de her tişt ji bo jinan heram û qedexe kirine.”
‘Jinên Kurd jî mohra xwe li wêjeyê xistine’

Elîf Gemîcîoglu Yavîçê anî ziman ku beramberî hemû rewşên neyînî jî jinên Kurd yên wêjekar derketine û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd ên mohra xwe li wêjeya Kurdî xistin yek jî Mestûre Kurdistanî ye ku ji sinorên Kurdistanê derbas bûye. Her wiha ji ber ku baweriya wan Zerduştî bû di Terîqata Yariyan de jin û mêran di heman diwanê de bi hevra huner afirandine. Ji vê tarîqatê 16 jin gihiştine roja me ku ji van jinan ya sereke Celale Xanima Loristanî ye. Celale Xanima Loristanî weke Dayika Meryem jî tê penasekirin. Ew dayika Şaxeşîn ê ku weke 2yemîn pêxemberê Zerduştiyan tê zanîn e. Helbestên Celale Xanima Lorîstanî heta roja me jî hatine.”
‘Kaniya wêjeya nivîskî, wêjeya devkî ye’
Elîf Gemîcîoglu Yavîç bi lêv kir ku kesên baweriya Îslamê li hemberî jinê bi kar anîne hemû qad li jinan girtine û wiha pêde çû: “Gotine ‘dengê jinê heram e’ û ev tişt heya roja îro jî berdewam dike. Dema ku ew qad li jinan hatine teng kirin jinan berê xwe da ‘wêjeya devkî’. Em ankû civak giringiyê didine wêjeya niviskî lê belê li gorî min kaniya wêjeya niviskî, wêjaya devki ye. Taybetmendiya wêjeya devkî ew e ku di nava jiyana rojane de bi awayekî xwezayî tê afirandin. Lê ji bo wêjaya niviskî serekî rehet joreke xweser an jî tenêbûn pêwîst dike. Jina Kurd di nava kar û barê xwe yê gund û çiyayî de wêjeya devkî afirandiye. Di dema meşk kiyanê de stranek bi meşkê gotine, dema cohnî kutane çarînek bi cohnî gotine. Her wiha destar bi serê xwe bûye mijareke şevbêrkan. Di dema pez dohtinê de jî stranek ji mîh an jî bizinê re gotine ku sewalên wan rehet bin û bikare karê xwe bike. Her wiha jinan parzûnê xwe dida pişta xwe, gora xwe çêdikir û êş û kulên xwe bi stranekê an jî bi hevala li gel xwe parve dikir. Du jinên Kurd yên ku wêjeya devkî afirandine dapîrên min bûn. Dema em zarok bûn û dilîstin em li tayê teşiya wan diketin, dapira min dihat teşiya xwe hêdîka li me dixist û piştre digot ‘teşiya minê, şola destê minê, çeka mile minê’. Ev çarîn an jî gotina lihevhatî di wê gavê de bi awayekî xwezayî, di nişka ve derdikete holê.
‘Tov di bin axê de namîne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Elîf Gemîcîoglu Yavîçê da zanin ku zarokatiya wê li gel her dû dapîrên wê derbas bûye û bîranînên xwe wiha vegot: “Tiştên ku dapirên min afirandine, min weke emanet wergirtin û di roja îro de bi rêya wêjeya niviskî xwest nemir bikim. Di zarokatiyê de me gelek caran guhdariya dayikên xwe nedikir û wan jî xwe aciz dikir. Dapîra min jî ji dayika min re digot ‘tiştek nabe tov di bin axê de namîne’. Ev gotineke wisa ye ku derûnnas jî piştî xwendinên bilind dizanin û digihînine civakê. Ez jî li ser vê gotina dapirên xwe ketim rê û min berhemeke çîrok û çirvanokê ya bi navê ‘Tov Di Bin Axê de Namîne’ nivisand. Ev çîrok û çîrvanok li derdorê çiroka ku dapirên min ji min/me re digotin honandiye.”
‘Nifşê me di navbera dapîrên me û zarokên me de pireke’

Elîf Gemîcîoglu Yavîçê di derbarê çend nivîsên xwe yên ji bo kovaran nivisandine de jî ev tişt anî ziman: “Dema dayika min zarok radizandin li ber landikê lorik digotin. Min ew lorika dayika xwe jî di Kovara Destarê de nivisandiye. Dapîrên min gelek behsa destarî jî dikirin. Min destar jî qasî ku li bira min de mayî û ji derdorê xwe jî pirsî berhevkir û di bin navê ‘Li Geverê Şeverok Çawa Hatine Kirin’ di kovara Destar de nivisand. Tişta herî balkêş ya min di vê nivisêde nivisandî ew e ku jin û mêran destê xwe didan ser destê hev û genim dihêran. Jinan li ser mêran, mêran ji li ser jinan stran digotin. Wêjeyê di navbera wan de wekhevîyek ava dikir. Her wiha dema em zarok piştî nan pehtinê em diçûne ser tenûrê, me pîyên xwe di tenûrê de dadan û dapîra me dihat ji bo me çîrok digotin. Min ev tişt jî ji bo kovareke hûnerê ku li Ewropa tê weşandin nivîsandiye lê hêj ne gihiştiye destê min.”
‘Pirsên Rêzimana Kurmancî’

Di dawiyê de Elîf Gemîcîoglu Yavîçê di derbarê berhema xwe ya bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî” de wiha axivî: “Pirtûk her çiqas meteryala perwerdeyê be jî min gelemperî pala xwe daye wêjeya devkî ya Kurdî. Qasî ji destên min hatî min nav, biwêj û gotinên pêşiyan yê li her çar hêlên Kurdistanê bi kar anîne. Ne tenê yên Kurmancî di heman demê de min peyvên zaravayên Soranî û Dimilkî jî bikar anîne.”







