Xwişka Hozan Mizgînê, Şukran Akiş diyar kir xwişka wê di serdemên herî dijwar de bi huner û muzîka xwe ya şoreşger di qadên herî pêş de cihê xwe girt û destnîşan kir ku bi mîrateya hiştiye di nava gelê Kurd de nasnameyeke têkoşer daye afirandin.
33 sal di ser koça dawî ya hunermenda Kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) re derbas bû, ku yek ji hunermendek girîng a Tevgera Azadiya Kurd bû. Hozan Mizgîn di sala 1962an de li gundê Bileyder ê girêdayî navenda Êlihê hatiye dinê. Hozan Mizgîn bi stranên xwe di salên dijwar ên têkoşînê de nasnameyeke nû afirand. Piştî darbeya 12ê Îlona 1980î tev li PKKê dibe. Têkoşîna xwe ya şoreşgerî bi hunerê dimeşîne. Di sala 1983yan de derbasî Ewropayê dibe û li vir jî pêşengtiya xebatên hunerê dike. Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên bi navê “Çeme Hêzil, Newroz, Lo hevalno û Gundîno Hawar” bandoreke mezin li gelê Kurd dike. Di heman demê de di avakirina Huner Komê ya Ewropayê de kedeke mezin da û bi vî awayî bingeha Koma Berxwedan hat ava kirin.
Hozan Mizgîn ku piştî demekê ji Ewropayê careke din berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê, ji 11ê Gulana 1992yan de li navçeya Tetwan a girêdayî Bedlîsê li malekê de di pevçûneke giran de jiyana xwe ji dest dide. Piştî 34 salan ne Hozan Mizgîn ne jî huner û muzîka wê ya ku bûye sembol ji bo têkoşîna Kurdan hê jî nehatiye jibîrkirin.
Xwişka Hozan Mizgînê, Şukran Akiş di salvegera 34emîn a şehadeta Hozan Mizgîn de axivî.
‘Dayika min wê nedît’
Şukran Akiş diyar kir ku xwişka wê Mizgîn di zarokatiya xwe de pir baş bûye û wiha qala wê kir: “Çûbû mêvandariya gund li wir di nava ciwanên gund de civînek çêbibû û li wir navê partiyê bihîstibû. Piştî ku hate Êlihê wê û xwişka Edîp Solmaz, hev nas kir. Di wê navberê de hilbijartin jî çêdibûn û Edîp Solmaz jî dibû namzetê Şaredariya Êlihê. Her wiha xwişka Egîd jî bandorê li serê çêkir. Ji ber ku xwişka Egîd jî carinan diket nava kar û xebatan. Beriya şehîd bikeve me 13 salan hevûdin nedît. Lê di salên dawî de carinan telefon li malê dikir. Di 79an de çû heta weke salek û nîv di nav de ma, pişt re nexweşiyek lê peyda bû û hate malê. 15 rojan li malê ma û tedawiya xwe dikir, lê ji me re digot; ‘ez bi destûr hatime ez ê dîsa jî biçim.’ Carinan dayika min jê dipirsî û digot; ‘te çawa destûr xwestiye, ma leşkeriye te destûr xwestiye?’ Dayika min jî digot, naçe. Piştî tedawiya wê qediya çû. Piştî ku çû, derbasî Filistîn, Lubnan û li Sûriyeyê jî bûbû û perwerde dîtibû. Piştî wî hevalan ew şandibû Almanya, piştî wir jî êdî derbasî Tirkiyeyê dibe, gazî dayîka min kiribû gotibû, ‘were em hev bibînin’. Dayika min jî nexweş bû nikaribû biçe. Hefteyek piştre jî êdî şehîd ket.”
‘Miletê Tetwanê hemû daketibûn kolanan û hatibûn ser cenazeyê wê’
Şukran Akiş bal kişand ser diyaloga di navbera xwişka xwe Mizgîn û kesa wê kiribû mêvanê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya Mizgîn jiyana xwe ji dest bide ew roj mala ku lê bûye xewn dibîne û ji xwediya malê re dibêje; ‘Min îşev xewneke xweş dît ku min cilên bûkaniyê li xwe kiribûn’.”
Şukran Akiş da zanîn ku du saet piştî vê sohbeta wan leşker malê dorpêç dikin û Hozan Mizgîn li wir jiyana xwe ji dest dide. Şukran Bîlgîn wiha behsa meseleyê kir: “Serê ewil me bawer nekir. Lê çend roj beriya ku biçe wê malê, cihê xwe ji birayê min re gotibû. Êdî birayê min ji me re got, teqez ew e. Heta me ji hev re got, hê hefteyek neqediyaye ku em pê re axivîne. Xebera wê jî serê sibê ji me re hat, heta saetên dereng ên şevê jî me nikarîbû biçin. Heta ku xeber şandin Elmanya, li wir jî ketin nav lêkolînan ew nîşanên li ser laş hemû yên wê bûn. Piştî me xwe gihand van agahiyan êdî me bawer kir ku ew e. Miletê Tetwanê hemû daketibûn kolanan û hatibûn ser cenazeyê wê. Ji diya min re gotibûn, çawa şehîda te ye, wisa ya me ye jî û em ê li vir wê veşêrin. Jixwe piştî cenaze saetek li erdê bimana nedihiştin ji bajêr derkeve. Digotin, heta saetek divê hûn veşêrin. Dema ku Mizgîn di nav de bû birayê min jî çû leşkeriya dewletê kir, piştî ku hat wî dest bi xebatan kir. Li ser dîwaran dirûşmeyan dinivîsandin. Pişt re boyax dikeve ser sola wî, êdî polîsan ew û sê hevalên wî ji qehweyê dikin bin çavan. Ew jî çend salan di Girtîgeha Amedê de ma. Piştî ji girtîgehê derket êdî ew jî tev li nava rêxistinê bû. Çend salan li wir ma û birîndar bû.”
‘Bêmîkrofon û bêcîhaz dengê wê pir zelal û bi şewat bû’
Şukran Akiş bi lêv kir ku Mizgîn di nava malê de jî gelek caran stranan gotiye û diyar kir dengê wê gelek xweş bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêmîkrofon û bêcîhaz dengê wê pir zelal û bi şewat bû. Dema ku stranan digot kezeba mirov dişewitand. Em tev li dorê kom dibûn û me wê dixist ortê û me digot hadê bêje. Strana ‘Lo hevalno û Newroz’ yên wê ne. Beriya tev li nava rêxistinê bibe strana ‘Newroz’ nivîsandibû. Lê strana ‘Lo hevalno’ jî sê birayên min di Girtîgeha Amedê de bûn, li ser wan digot. Me wê bi saxîtî li ser televîzyonê nedît. Wê demê qenalên Kurdî tune bûn. Wê demê hevjînê min sax bû û diçû Başûr petrol dianîn Tirkiyeyê. Carek qesetek ji min re anî, lê çawa anî be ez jî nizanim ji ber ku qedexe bûn. Anî me li teybê xist, Şehîd Sefkan û Mizgîn bi hev re stranan gotibûn. Çawa ku dengê Mizgîn hat min êdî min dest bi giriyê kir. Min jê re got, ev Mizgîn e, te Mizgîn ji min re çawa anî? Hevjînê min jî ji min re got; ‘ez dikarim qasetên din jî bînim lê anîna wan hinek zehmet e.’ Êdî piştî wê qasetê çend heb qasetên din jî ji me re şandin. Rojek erişî malê hate kirin, min jî ew qaset danî bûn derve. Ji bo ku neyê girtin dîtin. Min gelek di nava naylon de li hev pêçabû kiribû binê erdê, dîsa jî av çûbû zikê naylon û wan qasetan jê çûbûn. Mizgîn tu carî ji rêza xwe dernediket. Di serdemên herî dijwar de bi huner û muzîka xwe ya şoreşger di qadên herî pêş de cihê xwe girt û da zanîn ku mîrateya hiştiye nasnameyeke têkoşer di nava gelê Kurd de daye afirandin. Ez ji hemû şehîdên Kurdistanê re rêz digirim û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim, bejna xwe li ber tevan ditewînim. Şehîd namirin dê rêya wan rêya me ronî bike.”











