* Bi ser darvekirina “Bûka Kurdistanê” Leyla Qasim re 52 sal derbas bûn. Dema çûye sêdarê sirûda “Ey Reqîb” gotiye û ev sekna wê ya berxwedêr hê jî weke rojên ewil di nava gelê Kurd de bandora xwe didomîne.
* Xebatkarê Weşanxaneya Nûbiharê Azîz Tekîn derbarê xebatên weşanxaneyê de diyar kir ku Nûbiharê heta îro nêzî 600 pirtûk çap kirine û got: “Roja Cejna Zimanê Kurdî mirovan ji bo ziman şiyar dike. Divê em ji bo statuya zimanê Kurdî jî bixebitin û hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê.”
* Xwişka Hozan Mizgîn, Şukran Bilgîn diyar kir xwişka wê di serdemên herî dijwar de bi huner û muzîka xwe ya şoreşger di qadên herî pêş de cihê xwe girt û mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer di nava gelê Kurd de daye afirandin.
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi boneya Roja Dayikan hêvî û daxwazên xwe anîne ziman û wiha gotin: “Îro ji bo me rojeke pîroz e lê dilê me xemgîn e. Em hêvîdar in ev roj bibe roja aştî, azadî û wekheviyê.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî meşa ku dê di 16ê Gulanê de bi dirûşma “Ji bo Aştiyê tu jî gavekê biavêje” bê lidarxistin dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê daxuyaniyê bide. (11:30)
* Çalakiya KURDÎGEHê ya “Konên Zimanê Kurdî” dê li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 3yemîn de didome. (11:00-17:00)
* Hunermenda Kurd Hozan Mizgîn dê di salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi bernameyekê bê bibîranîn. (15:00)
* Saziyên Zimanê Kurdi Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê gotûbêja “Dengbêjî û Şakiro” li dar bixin. (18:00)
* Ayhan Erkmen dê bi lîstika xwe ya bi navê “Hawar” a behsa jiyana Celadet Elî Bedîrxan dike, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê derbikeve pêşberî temaşevanan. (19:00)








