Ji bo cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Çand Amedê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku helbestên Ehmed Huseynî hatin xwendin de hate destnîşankirin ku Ehmed Huseynî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir.
Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî di 10ê Adarê de li Swêdê jiyana xwe ji dest da. Anîna cenazeyê Ehmed Huseynî ji ber kirariyên fermî dereng ket û cenaze duh gihişt Amedê. Ji bo cenazeyê Ehmed Huseynî li Çand Amedê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi awayekî girseyî bernameyek hate lidarxistin. Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî dê ber bi Rojava ve bê oxirkirin.
Di merasîmê de parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî, xebatkarên çand û hunerê, rojnamevan û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Beşdaran wêneyên Ehmed Huseynî li ber sînga xwe vekirin. Darbesta Ehmed Huseynî bi ala kesk û sor û zer hat pêçandin. Wêneyê Ehmed Huseynî danîn ber darbestê û derdora darbestê bi qûrnefîlan hate xemilandin.
Di destpêka merasîmê de ji bo Ehmed Huseynî deqîqeyek rêz hate girtin û paşe jî hunermend Şêrko Kanîwar helbest xwend. Piştî xwendina helbestê sînevîzyona ku qala jiyana Ehmed Huseynî dikir hate nîşandan û axaftinên xatir xwestinê hatin kirin.
‘Mafê wî hebû Kurdistaneke azad jî bibîne’
Hevşaredarê Bajarê mezin ê Amedê Dogan Hatûn di axaftina xwe de anî ziman ku xatir xatirxwestin ji bo rewşenbîran, şoreşgeran û ji bo Kurd û Kurdistaniyan zehmet e û wiha domand: “Bi rastî jî em karin bêjin ne xatirxwestinek e, her tim ew ê li axa Kurdistanê di hemû dilê Kurdan de zindî bimîne. Bi rastî jî zû bû. Mafê wî hebû ku Kurdistaneke azad jî bibîne. Lê ew hevalên te, em bawer in ev pênûsa te, gotinên te ku te temam nekirine, ew ê ji ber vê yekê ji bo hemû Kurdan jî bibin ziman û ew ê binivîsin jî. Em dizanin tu yê herî Amûdê, axa Amûdê çawa jiyanek da te, ji vir pê ve jî ew ê malek bide te. Em bi hêvî ne, ew jiyana te ku te her tim ji bo Kurdan nivîsand, her helbesta te, her nivîsa te ji bo gelê Kurd girîng bû.”
‘Hesreta dayika xwe di helbestên xwe de dianî ziman’
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hûnerê ya DEM Partiyê Cemîle Tuhalli jî bi lêv kir ku Ehmed Huseynî ne tenê kesayetekî qenc, helbestvan û nivîskarek bû; ew di heman demê de welatparêzekî qedirbilind bû. Cemîle Tuhalli destnîşan kir ku Ehmed Huseynî helbestên xwe her tim bi hestên ji bo welatê xwe bi dawî dikirin û got: “Di van çil salên ku Ehmed Huseynî koçber bû de, ew her tim di hesreta welat û axa xwe de bû. Her tim hesreta dayika xwe di helbestên xwe de dianî ziman. Mîna Cegerxwîn û mîna Mehmed Uzun mixabin em nirxên xwe yên wiha ji derveyî welat pêşwazî dikin û dîsa oxir dikin. Em her tim di helbestên wan de evîna Kurdistanê dibînin. Niha jî, ew digihe cihê evîna xwe, cihê welatê xwe. Tu dê her di dilê me de bî. Oxir be Ehmed Huseynî, oxir be ji te re.”
‘Wê bibe ronahiya rêya gelê Kurd’
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî beşek ji helbestên Ehmed Huseynî xwend û wiha got: “Bi vî rengî jiyana xwe xal bi xal, roj bi roj; hestên xwe, nêrînên xwe, zanîstiya xwe bi pênûsa xwe, bi hestên xwe di dilê me da nivîsandiye. Em bawer in; ev tiştên wiha, ev berhemên wî wê di dîroka Kurdan a dirêj da cihê xwe bigirin. Her wiha, ji boyî berxwedana gelê Kurd wê bibe ronahiya rêya wan.”
‘Ji bo wêjeya Kurdî stêrkekî biriqî bû’
Hevseroka PENa KURD Rojbîn Perîşan jî da zanîn ku Ehmed Huseynî ji bo wêjeya Kurdî stêrkekî biriqî bû û wiha axivî: “Bêguman îro em mamosteyekî mezin, rewşenbîrekî helbesta Kurdî bi rê dikin. Ew bi qasî axa xwe qedîm, bi êş û berxwedaniya jiyana xwe ya serbilindî xatir dixwaze. Ji ber ku ew pêşengê helbesta kurdî ya modern bû, ewî rêyek û şêwazekî nû li ber helbest û wêjeya Kurdî vekir û em hemû bi xwendina wê rêkê mezin bûn. Mîrate û mîrasiya wî, dê di emanetê hemû nivîskar, wêjevan û helbestvanên kurd de be.”
‘Em têne dilê helbesta te’
Endamê Enstituya Kurdî ya Amedê nivîskar Feratê Dengizî jî hêstên xwe wiha anîn ziman: “Bi rêzdarî û xemgîniyeke mezin bejna xwe li ber hozanê mezin Ehmed Huseynî ditewînim. Îro em dikarin gelek tiştan bibêjin. Bi rastî jî nivîskarên Bakur, li ser helbest û wêjeyê axivîn pêşengiyeke herî girîng e ji me re. Di dilê min de em dikarin wisa bibêjin; Şêxê min, pîrê min, oxir be hevalo, oxir be. Em têne dilê helbesta te. Em têne wê banga te ya yekîtiyê. Em têne wî dilê te yê ku qet naraweste. Bi van hestan em dibêjin, şêxê helbestê, Newroza te pîroz be, ev yekîtî jî li te pîroz be. Bi rastî rewş giran e, xatirxwestina şêxê helbestê hîn bêtir giran e, lê hêvî ronahiya çavê wî ye.”
‘Asoyên nû li ber wêjeya me vekir’
Endama Komaleya Wêjekarên Kurd Mîna Acer jî li ser navê komeleyê axivî û got: “Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em di vê roja reş de sersaxiyê didin malbata wî, gelê Kurd û hemû nivîskar û helbestvanan. Ehmed Huseynî bi her rist û pirtûka xwe zimanê me xemiland; bi kûrahiya felsefeya xwe û bi sêwirandina hunera xwe, asoyên nû li ber wêjeya me vekir. Mîrateya ku wî li pey xwe hiştiye, ji bo me deryayeke bêbin e. Em ê wek hevalên wî yên pênûsê, her tim xwedî li ked û navê wî derkevin. Ew bîranîna nemir û dildarê peyva azad, dê di dilê me de her zindî bimîne. Rêya te ronî be, Şêxê Helbestê. Cihê te bihuşta rengîn be, serê gelê me sax be.”
‘Stûnên herî sereke yên ziman e’
Li ser navê saziyên çand û hûnerê jî Seroka KASEDê Salîha Ayata Axivî. Salîha Ayata diyar kir ku Ji ber ku helbestên Ehmed Huseynî her tim yekîtî û axa Kurdistanê diparastin, di dilê wî de cihê Amedê cuda bû û wiha axivî: “Te digot, ‘Destpêkê gotin hebû.’ Ehmed Huseynî jî bi helbestên xwe, bi hostatî û hunera xwe, heqîqeta gotinê û gotina heqîqetê wekî mîrateyek hişt û çû. Helbestvan ji bo neteweyekê yek ji stûnên herî sereke yên ziman e. Huseynî jî ji bo Kurdî kesekî wiha bû. Bi bîr û pênûsa xwe ya xurt, ruh û manewiyat dida Kurdiya me ya şêrîn.”
‘Ew bîreweriya welatekî bû’
Serokê Weqfa Mala Haco Zîwer Haco jî da zanîn ku îro dilê Rojava, îro dilê Amedê birîndar e, lê di heman demê de serbilind in û got: “Em îro li vir, li paytexta dilan, pêşwaziya cesedê pak ê helbestvanê mezin, dengê Amûdê û dengê rûmeta Rojava, Ehmed Huseynî dikin.” Zîwer Haco wiha domand: “Îro li vir ne tenê weke şahidê koça dawî ya helbestvanekî mezin im, lê wek hevalekî ku bi salan li sirgûnê, li axa Swêdê, bi Ehmed re nan û xwê parve kiriye. Ehmed her dem digot: ‘Ez ê rojekê vegerim, lê ez naxwazim bibim mêvan, ez dixwazim bibim ax.’ Ew mînaka deryayekê bû, her dem tijî pêlên xeyalan û her dem dilsojê zimanê dayikê bû. Ew li Swêdê tenê nedijiya; wî Kurdistan di dilê xwe de her roj ava dikir. Ehmed Huseynî ne tenê helbestvanek bû, ew bîreweriya welatekî bû ku di nav rûpelên pirtûkên wî de dikişiya. Wî Amûda rengîn biribû her derê cîhanê û îro Amûda wî bi hesret li benda vegera kurê xwe yê mezin e.”
‘Hêviya vegerekê dida min’
Rizoyê Xerzî yê ku 30 salan bi Ehmed Huseynî re hevaltî kiribû jî di merasimê de axivî û got : “Ehmed Huseynî heta kêliya dawiya jiyana xwe, mirovekî dilsoz, xwedî biryar, ronakbîrekî zîrek û girêdayî şîn û şahiya gelê xwe bû. Di hemû helbest û nivîsên xwe de, her dem li kêleka yekîtiyê bû. Tu caran rê neda dubendî û dijminahiya alîgiriya korane. Ehmed Huseynî, kedeke mezin ji bo avakirina Tevgera Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê da. Di kêliya herî bêhêvî de, dema ku min li Ehmed digeriya, dîsa hêviyên mezin dida min, hêviya vegerekê dida min.”
Piştî axaftinan ji bo cenaze ber bi Rojava ve were şandin birin morga Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê.



























