Girtiyê bi navê Rojhat Babat ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku sewqî wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.
Rojhat Babat ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku sewqî wê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. Babat bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û bi hincetên cûrbecûr cezayê “heta hetayê” lê hatibû birîn tevî ku îro mafê wî yê telefonê hebû, telefonî malbata xwe nekir. Li ser vê yekê malbatê telefonî girtîgehê kir û rewşa zarokê xwe pirsî. Girtîgehê agahiya ku Babat jiyana xwe ji dest daye da malbatê lê derbarê çi qewimî û sedema mirina wî de tu agahî neda. Piştî vê yekê, malbatê xwe gihand Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û wê agahdar kir.
Newroz Uysal Aslan ji bo agahdariyê bi girtîgehê re têkilî danî. Girtîgehê îdia kir ku Babat ji ber pirsgirêkên psîkolojîk sewqî nexweşxaneya Kayseriyê kirine û li beşa psîkiyatriyê xwe kuştiye. Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku malbata Babat hefteya borî li ser pergala E-Nabizê qeyda “damar qetiyaye, lezgîn” dîtiye û bi girtîgehê re têkilî daniye lê tu agahî negirtiye. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku malbat ji ber veşartina vê rewşê nekarî bikeve dewrê û ji ber vê nekarî piştgiriyê bidin Babat û got, “Di pêvajoyek ewqas krîtîk a têkildarî jiyan û mirina kesekî di bin çavdêriya dewletê de agahînedana malbatê nayê qebûlkirin û ev pirsgirêkeke berpirsyarî û îxmalkariyê ye. Hewldana xwekuştinê ya hefteyek berê ji malbatê hatiye veşartin, li ser rewşa tenduristiya wî agahiyên zelal nehatiye dayîn, derdarê pêvajoya sewqkirinê malbat nehatiye agahdarkirin; îro jî sedema mirina wî nehatiye vegotin û bêyî li benda malbatê bimînin otopsî hatiye kirin. Dema ku bi awayekî giştî were nirxandin rejîma girtîgehê mirovan tenê dihêle, ji kontrolkinê direve û di dema herî xetere de bê piştgirî hiştin rastiya wê radixe ber çavan.”
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku pêwîst e mijarên wekî çima hewldana xwekuştinê ya Babat ji malbatê re nehatiye ragihandin, girîngiya mudaxeleya awarte ya ku di pergala E-Nabizê de hatiye nîşandan, biryara sewqê kengî û bi kîjan hincetan hatiye dayîn, di pêvajoya nexweşxaneyê de çi hatiye jiyîn, sedema rastîn a mirinê çi ye û çima bêyî ku li benda malbatê bimîne otopsî hatiye kirin demildest bên zelalkirin. Newroz Uysal Aslan got, “Mirina kesekî ku di bin çavdêriya dewletê de ye nabe di tariyê de were hiştin; divê hemû aliyên vê zincîra îhmalkariyê derekvin holê û bêyî dereng bimîne divê hemû berpirsyar bên aşkerakirin.”













