TJA ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê meş li dar xist, daxuyanî da.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşma “Niha dema azadiya Rêber Apo û dema jinan e” bi hezar jinan berê xwe da navçeya Gemlîkê ya Bursayê. Jinên ku gihiştin navçeya Gemlîkê bi pankartên “Dem dema pêşwazîkirina Serokatiya azad e” û “Jin jiyan azadî” û dowîzên “Heta ku azadiya fizîkî nebe aştiyeke mayînde nabe” , “Ji bo pirsgirêka Kurd mûxatab Îmrali ye, çareserî azadî ye” meşiyan. Jinên ku pêşmalkên “Jin, jiyan, azadî” li xwe kirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û daxuyanî dan.














