Ciwanên bi navê Berhat Arslan reda wijdanî eşkere kir û got ku ew di tu şert û mercan de naxwaze zirarê bide kesekî, ji bo wê çûyîna leşkertiyê red kir.
Li Stenbolê ciwanê bi navê Berhat Arslan li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyeniyeke çapemenî reda xwe ya wijdanî ragihand.
Endamên Komîsyona Reda Wijdanî ya ÎHDa Stenbolê jî tev li daxuyaniyê bûn.
Berhat Arslan anî ziman ku ew îro reda wijdanî tîne ziman û ev tişt anî ziman: “Li gorî bawerî û fikrê min ez
di tu şert û mercan de naxwazim zirarê bidim kesekî. Ji bo vê sedemên wijdanî leşkertiyê red
dikim. Ev biryar ne bi sedema tirsê ye, seknekî wijdanî ye. Ez baweriya xwe bi jiyaneke hevpar tînim. Ez li vir ji
raya giştî re diyar dikim ku naçim leşkeriyê.”
‘Zextên li ser kesên redên wijdanî kirine zêde dibin’
Endamê Komîsyona Reda Wijdanî ya ÎHDa Stenbolê Goktan Yildirim jî diyar kir ku bangawaziya aştiyê
naskirina reda wijdaniyê ye û wiha got: “Her roj zextên li ser kesên redên wijdanî kirine zêde dibin. Îro aştî tê
axaftin heke aştî bê axaftin divê reda wijdanî jî were axaftin.”







