Li Elkê germava ku şaredarê AKPê ji dewletê kirîbû teqîn çêbû û kesek birîndar bû.
Li gundê Germavê yê navçeya Elkê ya Şirnexê germava ku şaredarê AKPê yê berê Habîb Aşan ji Walîtiya Şirnexê kirîbû duh danê êvarî teqînek pêk hat. Di encama teqînê de avahiyek li germavê zirar dît û kesek birîndar bû.
Derbarê bûyerê de heya niha ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatiye dayîn û hat hînbûn ku kesê birîndar bûyî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex tê dermankirin.














