Sînan Bulbul ê ku di sala 1994an de hatibû girtin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê hat berdan.
Sînan Bulbul di sala 1994an de li Idirê hatibû girtin. Sînan Bulbul piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê hate berdan.
Sînan Bulbul ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), nûner û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê (ANYAKAYDER), rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Sînan Bulbul di pêşwaziyê de axivî û got: “Dilê me di hundir de ma. Bendewariya hevalên hundir ji we hene. Dibêjin me heta niha li ber xwe da û em ê timî li ber xwe bidin. Perspektîfa ku Serok Apo daniye holê aştî û azadiya gelan e. Armanca me ya herî mezin rewşa Serok Apo ye. Em ê ji bo aştî û çareseriya demokratîk em ê bixebitin.”













