Cenazeyên Mojtaba Waisî û Maysam Waisî yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Aktîvîstên Kurd Mojtaba Waisî û Maysam Waisî ku birayê hev in, di 28ê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Cenazeyên wan duh li Taxa Mehdiye (Dare Daraz yan jî Dîrij) a Kirmanşanê ji aliyê bi deh hezaran ve hatin veşartin.
Çi bibû
Pasdarên rejîma Îranê di ser gundekî navçeya Dalaho ya Kirmaşanê girtin û bi hinceta tev li xwepêşandanên meha çileya 2026an bûne du ciwanên Kurd ên bi navên Maysam Waisî û Mojtaba Waisî qetil kir.








