Koma muzîkê ya qedîm Koma Amed di çarçoveya Şahiyên Biharê yên Artukluyê de piştî salan li Mêrdînê derket ser dikê û bi hezaran kesî re stranên xwe gotin. Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş derketin ser dikê û bal kişandin ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî.
Şahiyên Biharê yên ku ji aliyê Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê ve tê lidarxistin di roja 3yemîn de li qada fuarê konser hat dayîn. Tevî hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Artukluyê bi hezaran kes beşdarî qada konserê tijî kirin. Hevşaredarên derketin ser dikê gel silav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî axivî û bal kişand ser girîngiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û meha gulanê. Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku parastin û pêşvebirina zimanê dayikê, bingeha hebûn û çanda gelekî ye. Bi hezaran kes bênavber dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Piştî axaftinanKoma muzîkê ya qedîm û şoreşger Koma Amed piştî navbereke pir dirêj li Mêrdînê derket ser dikê. Bi hezaran muzîkhezên ku qad tije kiribûn, bi dîtina komê re tofa coşê rakirin û bi yek dengî hevaltiya stranên klasîk û nehatine jibîrkirin ên komê gotin.
Bi taybetî tevlîbûna ciwanan, gerandina govendê û lîlandina dayikan rengê xwe da şevê. Welatiyên ku ji bo dîtina komê ji her derê bajêr herikîn qadê, diyar kirin ku vîna şaredariyan û dengê Koma Amed ruhê biharê li Mêrdînê zindî kiriye. Konser bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

















