Li Denîzliyê otobusa rêwiyan duh bi şev li bariyerên kêleka rê ket û şewitî. Di encama qezayê de yek jê pitik, 8 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Otobusa aîdê Pamukkkale Turîzmê ya di navbera Îzmir û Antalyayê de seferê dikir duh bi şev li navçeya Saraykoy a Denîzliyê li ser Otobana Denîzlî û Aydinê de li bariyerên kêleka rê ket û şewitî. Di qezayê de tevî ajokar 1 jê pitika 9 mehî 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirinên li nexweşên li derdorê, cenazeyên kesên mirî jî rakirin Saziya Tiba Edlî ya Denîzliyê.
Otobusa bi plakaya 45 BAH 834 a Mustafa Fevzî Merdun (50) diajot li dora taxa Tirkaz a li ser Otobanan Denîzlî-Aydinê de qeza kir û şewitî. Bi agahî dayînê tîmên tenduristiyê, AFAD, UMKU, polîs û cendirmeyan sewqî herêmê hatin kirin.
Piştî agirê bi otobusê ketiye hate vemirandin derket holê ku ajokar Mustafa Fevzî Merdun, Merve Erîk, Fatma Kartal, Gulîtay Boga, Zehra Eyîol, Hayriye Arikan, Cîvan Şen û pitika wî ya 9 mehî Eyîp Mîraç Şen li cihê bûyerê mirin, 33 kes jî birîndar bûn.
Rêya ji ber qezayê 4 saetan girtî maye, bi rakirina otobusa şewitî carek din ji çûn û hatinê re hate vekirin.










