• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    CHP dê heyeteke diyalogê ava bike

    CHP dê heyeteke diyalogê ava bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    CHP dê heyeteke diyalogê ava bike

    CHP dê heyeteke diyalogê ava bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

Esra Polat / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 08:54
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Amed – Parêzer Aydin Ozdemîr ê ku doza bûyera kuştina Nîzamettîn Kalkan a li Cizîrê dişopîne, da zanîn ku danişîna 14emîn a dozê dê di 5ê Hezîranê de pêk were û wiha got: “Tevî ku delîlên berbiçav hene jî, dadgeh derbarê sûcdaran de biryara girtinê nade.”

Birayê Serokê AKPê ya Cizîra Şirnexê yê berê Cîhan Guven ê bi navê Tahir Guven di 4ê Kanûna 2021an di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Wezîrê Karên Navxwe yê demê Suleyman Soylû piştî êrişê li Desteya Giştî ya Meclîsê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû hedef û endamê Meclîsa Ciwanan a HDPê Mehmet Mîraç Dînç weke berpirsyarê êrişê hedef nîşan dabû. Piştî gotina Soylu Mehmet Mîraç Dînç di 7ê Kanûna 2021an de hate binçavkirin û girtin. Emîn Kalkan jî di 5ê Kanûna 2021an de hate binçavkirin û di 8ê Kanûna 2021an de hate girtin.

Piştî hedef nîşandana Suleyman Soylû kesên nasnameya wan nediyar ku nêzî malbata Tahîr Guven bûn li ser vê bûyerê di 20ê Gulana 2022yan de li navenda Cizîrê bi çekan êrişî Nîzamettîn Kalkan û Asim Demîr kirin. Di encama êrişê de Nîzamettîn Kalkan jiyana xwe ji dest da û Asim Demîr jî birîndar bû. Bariş Şenol, Metîn Karaarslan, Rizan Bakir û Ejder Karadaş ku ji ber êrişê û bi sûcdariya tetîkkêşiyê hatibûn girtin hê jî girtî ne. Dogan Guven, Ferzen Guven û Mesût Guven jî bi awayekî negirtî tên darizandin. Derbarê Îsmaîl Yavûz û Şerafettîn Bayam de ku reviyane derveyî welat biryara girtinê û bultena sor heye. Danişîna 14emîn a doza derbarê kuştina Nîzamettîn Kalkan dê di 5ê Hezîranê de saet di 10:30an de li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin.

Parêzer Aydin Ozdemîr ku parêzeriya Emîn Kalkan û Mehmet Mîraç Dînç ên di dosyeya Tahîr Guven de girtî ne û her wiha parêzeriya dosyeya Nîzametîn Kalkan ê hatî kuştin dike û her du dosyeyan jî ji nêz ve dişopîne, derheqê dozê de ji ajansa me re axivî.

‘Dadgeha heta îro bûyer lêkolîn nekiriye’

Parêzer Aydin Ozdemir anî ziman ku dema Tahîr Guven hate kuştin di roja yekem de hate gotin ku Tahîr Guven ji ber fikrên xwe yên siyasî hatiye kuştin û wiha got: “Dadgehê di destpêkê de got ku ‘Ev kuştineke siyasî ye’ û li ser vê yekê hinek kes binçav kirin; Emîn Kalkan, Dorşîn Gok û Mehmet Mîraç Dînç. Mehmet Mîraç Dînç û Emîn Kalkan hatin girtin. Ew binçav kirin, îşkence li wan kirin û gelek zilm wan kirin; pişt re dest bi lêpirsînê kirin. Lê belê îhtîmaleke din jî hebû; wekî mînak, gotinek hebû, dihat gotin ku ‘Têkiliya Tahir Guven li gel jinekê hebûye. Ji ber wê, ev kuştineke edlî ye; malbata wê jinê hatiye û ew kuştiye’. Beriya her tiştî, me ji dadgehê re got ‘Tişteke wisa heye, dest pê bikin û lê binêrin; gelo ji bo vê yekê delîl heye yan na?’ Lê dadgeh bi ser vê bûyerê de neçû. Xala herî binakok ew e ku heta roja îro dadgehê dest bi lêkolîna vê mijarê nekiriye û lê nenêriye. Dema ku ev kuştin pêk hat, di roja ewil de Suleyman Soylû ku di wê serdemê de Wezîrê Karên Hundir bû, di nava Meclisê de got, ‘Kujerên ew bûyer pêk anîne, me ew girtine.’ Çawa ku ev gotin anî ziman, sê kes hatin girtin û heta vê rojê du kesên din jî hatine girtin. Di atmosfera wê serdemê de, em dizanin ku Suleyman Soylû mirovekî xwedî hêz û desthilatdar bû. Hem Wezîrê Karên Hundir bû hem jî gotinên wî pirr bi bandor dibû. Bi rastî, heger wî gotinek bigota, dadwerî jî pê ve girêdayî bû. Ez bi vê yekê bawer im ku çawa Suleyman Soylû wisa got, ev dosye hate reşkirin.”

‘Cezayê muebedê li muwekîlên min birîn’

Aydin Ozdemîr diyar kir ku kesên ku di wê demê de hatin binçavkirin bi îşkenceyê re rûbirû man, di bin zextê de îfade îmze kirin û wiha axivî: “Emîn Kalkan muwekîlê min e; îşkence li Emîn kirin û li wî xistin. Çend rojan di binçavan de hiştin. Dergistiya wî hebû; dergistiya wî jî anîn qereqolê, nîşanî wî dan û jê re gotin: ‘Heger tu tiştekî nebêjî, îmzeyê neavêjî û her tiştî qebûl nekî, em ê zirarê bidin dergistiya te.’ Di bin bandora vê atmosferê de, çi anîn pêşberî Emîn, neçar ma û îmze kir. Îro dem derbas bûye, kêm zêde şeş sal in. Şeş sal in ku du kes li hundir in û cezayê muebedê li wan hatiye birîn. Emîn Kalkan û Mehmet Mîraç Dînç her du jî muvekkilên min in û di vê dosyayê de heta îro delîlên berbiçav ku di vê dosyeyê de tune ye.”

‘Delîlên berbiçav hene’

Aydin Ozdemîr bal kişand ser kuştina Nîzamettîn Kalkan ê ku birayê Emîn Kalkan bû û diyar kir ku tê zanîn ku kujerê Nîzamettîn Kalkan malbata Guven e. Aydin Ozdemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku kûjer malbata Guven e. Ji bo tolhildanê, Nîzamettîn Kalkan kuştin. Di vê darizandinê de bi rastî jî gelek cudahî hene. Di vê dosyeya ku Nizamettîn Kalkan tê de hatiye kuştin, em çi dikin û çi nakin, malbata Guven binçav nakin û derbarê wan de biryara girtinê nadin. Tenê kesên ku kujerên kirêkirî ne, yên ku bi pereyan hatine û li Cizîrê Nizamettin kuştine, girtine. Bi rastî di dosyeyê de gelek delîl jî hene. Wekî mînak, di qonaxa beriya vê de, kesên ku bi pereyan hatine û Nîzamettîn Kalkan kuştine, bi dilê xwe û bi devê xwe dibêjin ‘Me ev çek ji malbata Guven girtiye’ dibêjin ku ‘me çeka Keleş ji mala Mesût Guven girtiye û ev bûyer bi wê çekê pêk aniye.’ Çend rojan ev kujerên kirêkirî ketine pey şopa Nîzamettîn Kalkan û lê geriyane; bi wesayîtekê geriyane û ew wesayît a malbata Guven e. Ya din jî, malbata Guven bi rêya telefonê têkilî bi van kujeran re daniye. Ew telefon jî hatiye tespîtkirin; em dikarin bibêjin ku sînyalên wan ên hevpar û agahiyên lêgerînên wan jî hene. Ev delîl pir berçav in. Di dema ketina dosyeyê de, heta roja îro me di hemû danişînan de daxwaz kiriye û me gotiye ‘ji bo malbata Guven jî biryara girtinê bidin’ dosyeyeke wisa bû ku bi îşkenceyê Emîn û Mîraç girtin û ceza li wan birîn; lê di dosyeya din de, tevî ku delîlên ber bi çav hene jî, em çi dikin û çi nakin dadgeh biryara girtinê ji bo wan nade.”

‘Bila kujer cezayê herî giran bigirin’

Aydin Ozdemîr bi bîr xist ku di 5ê Hezîranê de danişîna doza Nizamettîn Kalkan heye û dibe ku di vê danişînê de biryar jî bê dayîn. Aydin Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Di vê dozê de hinek girtî hene; kesên ku niha girtî ne, em ji wan re dibêjin kujerên kirêkirî, yanî yên ku bi pereyan hatine û li Cizîrê Nîzamettîn kuştine. Ew niha li hundir in. Di danişîna berê de, dozger mûtalaa pêşkêş kir û di nava nêrîna xwe de hem ji bo malbata Guven û endamên wan, hem jî ji bo van kujerên kirêkirî daxwaza cezayê giran kir. Daxwaza cezayê girtina muebbeta girankirî kir. Bi vê nêrînê re jî, îro em dibêjin ku heta roja înê ew ê biryara xwe bidin. Piştî nêrîna dozger jî me daxwaz kir û me got, ‘biryara girtinê bidin, dibe ku birevin an jî teslîm nebin’. Lê belê, dadgehê hîn jî biryara girtinê nedaye. Em vê yekê hêvî dikin ku, kî kesên ku Nizamettîn Kalkan qetil kiriyî, bila cezayê herî giran bê birîn.”

Etîket: doza Nizamettîn KalkanEmîn KalkanMehmet Mîraç Dînçparêzer Aydin OzdemîrTahir Guven
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (76)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne