Wan – Keleha Wanê ku wekî ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, bi dîroka xwe ya 2850 salî arşîveke mezin a şaristaniyên herêmê ye. Keleha ku li ser zinarekî kilsî yê asê li rojhilatê Gola Wanê bilind dibe, di serî de şaristaniya Urartûyan, çanda Kurdan, Pers, Bîzans, Sasanî û Osmaniyan di nava xwe de dihewîne.
Li Kurdistanê ku cihê şaristaniyeke mezin e, kelehên dîrokî di her bajarî de hene û hebûna xwe diparêzin. Keleha Wanê jî ku wekî ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, yek ji van kelehan e ku ji serdema Ûrartûyan maye. Dîroka kelê bi hêzbûna Keyaniya Urartûyan (Biainili) a di Serdema Hesnî de dest pê dike. Keyayê Yekem Sardûr di B.Z. 840–825an de navçeya Tûşbayê ya Wanê ku keleh lê ye, wekî paytext daxuyand û ev keleh çêkir. Birca Sardûr ku bi blokên mezin ên bêxerc hatiye avakirin, 6 nivîsên bizmarî yên Asûrî dihewîne û ev wekî belgeyên yekemîn ên dîroka Urartûyan tên qebûlkirin. Di sedsala 6an a B.Z. de, herêm ket bin kontrola Împaratoriya Persan. Bîrdariya herî mezin a vê serdemê nivîsa Kserkses e ku bi sê zimanan hatiye nivîsandin. Piştre keleh di navbera keyaniyên Helenîstîk, Bîzans û Sasaniyan de dest guherand û wekî qereqoleke sînorî hat bikaranîn.
Hêzên misilman û Selçûqiyan jî ev der bi salên dirêj kontrol kirine û di serdema wan de sûrên kelehê hatine xurtkirin. Mîrên Kurdan ên ku di kelehê de dijiyan, salên dirêj xweser mane û li herêmê desthilat bûne. Lê di sala 1548an de Mîrên Kurdan xwe bi Împaratoriya Osmaniyan ve girê didin û keleh dibe navenda ‘Mîrêmîran a Wanê.’ Di vê serdemê de Mizgefta Silêman Xan li lûtkeyê ava bû û sûr ji bo çekên nûjen hatin stûrkirin.
Ji ber şer û pevçûnan Bajarê Kevn hatiye rûxandin

Li quntara başûr a kelehê ‘Bajarê Kevn ê Wanê’ hebû ku bi sedsalan bû navenda jiyana hevpar a kurd û ermeniyan. Li vir Kûlliyeya Husrev Paşa ya Mîmar Sînan, Mizgefta Kaya Çelebî û dêrên ermeniyan cih digirtin. Ev jiyana hevpar di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1915) bi hatina Ûrisan û şerên herêmî re bi dawî bû; bajarê kevn bi temamî hat şewitandin û rûxandin. Gelê ku sax ma, bajarê nû yê Wanê 5 kîlometre dûrî kelehê ava kir. Keleha Wanê ku di sala 2011an de ket Lîsteya Demkî ya UNESCOyê, îro wekî mûzeyeke vekirî bala geştyar û lêkolîneran dikişîne.
Kaniya Xorxorê hê jî diherike

Keleha Wanê niha jî bi hemû heybeta xwe li ser piyan e û cihê geştiyaran e. Di binê kelehê de kaniyeke bi sedsalan e diherike jî heye. Ava ku ji bin kevirên mezin ên kilsî yên Keleha Wanê diherike, bi zexteke mezin ji şikeftên kûr derdikeve, di nav valahiyên keviran de dengan derdixîne. Ev deng bi awayekî domdar û bihêz wek xorîna mirovekî di xewa kûr de tê bihîstin. Ji ber vê yekê ev kanî û herêm wekî Xorxorê hatiye binavkirin. Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev cih di serdema Urartûyan de navenda herî girîng a avê ya paytexta Tuşpayê bûye. Kupên mezin ên bi motifên geometrîk û kanalên kevirî yên avê, pêşketina endezyariya avê ya wê serdemê diyar dikin.
Ji dîrokê heta îro
Îro Xorxor ne tenê cihê seyranê ye ku gel bi ava xwe ya sar û paqij lê bêhna xwe didin, lê di heman demê de wek abîdeyeke zindî ya dîrokê tê dîtin ku mîrateya ji Urartûyan mayî digihîne roja îro.
Derdorên kelehê di bin gilêşê de ye

Niha li derdorê Keleha Wanê park û cihên keskahî hatine çêkirin û ev der bûye cihê seyran û gerê. Welatî ji bo seyranê tên van parkan lê derdorê xwe qirêj dikin. Tevî hemû hişyariyan jî welatî gilêşên xwe kom nakin û şaredarî jî di paqijkirina van deran de kêm dimîne. Lewma ev cihên kesk tev di bin gilêşê de mane û ji bo ekolojiya herêmê jî xetere ye. Herî zêde ‘şuşeyên plastîk’ û ‘turikên naylon’ li derdorê hene û nayên paqijkirin. Li gor lêkolinên çend saziyên navneteweyî turikên naylon (poşet) di xwezayê de 500 heta hezar salan û şuşeyên plastîk jî 400 heta 450 salan dimînin. Bi vi awayî zirareke pir mezin didin xwezayê û mirovan. Her wiha bermahiyên ji şewata semawerê dimîne jî axê kêm dike û nahêle bi salan li wê herêmê giya şîn bibin.
Keleha Wanê ji ber dîrok û xwezaya xwe bala welatiyan û geştiyaran dikişîne û di rojekê de herî kêm 300 kes serdana Keleha Wanê dike. Lê heyfa vê xwezaya xweşik e ku îro di nava qirejiyê de hatiye hiştin.














