AMED – Hevseroka Tum Bel-Senê Çagla Sanay da zanîn ku ji ber li gorî ruhê pêvajoyê gav nayên avêtin ev di civakê de dibe sedema bêbaweriyê û xwest demildest gavên qanûnî werin avêtin.
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 27ê Sibata 2025an de salek zêde derbas bû û piştî bangê PKKê 12yemîn kongreya xwe di 5-7ê Gulana 2025an de pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî vê dewletê hîn gavek şênber navêtiye.
Hevseroka Sendîka Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) Çagla Sanay der barê mijarê de ji Ajansa JinNewsê re axivî.
Çagla Sanay da zanîn ku bendewariya wan a herî mezin a ji pêvajoyê gavavêtinên qanûnî ne û wiha got: “Bi avêtina gavên qanûnî re wê pêvajo ji alî gel ve bê qebûlkirin. Lê hîn tu gav neavêtiye. Di maseyên aştiyê de dengê jinan tê bêdengkirin. Ev jî nîşan dide em bi hikûmeteke ku dixwaze jinan bêdeg bike re rû bi rû ne. Her roj jinek tê qetilkirin. Ciwan dikevin nav lepê tiryakê. Ji bo van divê hawirên bi ewle hebin. Hewcedariya me bi aştiyê heye.”
Her wiha Çagla Sanay dê bi hemû jin, ciwan û civakê re têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Nêzîkatiya me ya li hember pêvajoya aştiyê zelal e. Divê demildest gavên hiqûqî û qanûnî bên avêtin. Divê hikûmet pêvajoyê zelal bimeşîne. Baweriya me bi pêvajoyê tam e lê divê di civakê de bawerî bê afirandin. Divê gavên qanûnî bên avêtin.”









