• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    ‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

    Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

Esra Polat / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 10:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Teqîna di 5ê Hezîrana 2015an de li dijî mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê çêbûbû 11 sal li pey xwe hişt. Parêzera dozê Nadîde Kûrûl û Lîsa Çalan a ku di teqînê de birîndar bû û her du lingên xwe ji dest da diyar kirin ku tevî polîtîkaya necezakirinê jî ew ê dev ji parastina maf û bîra xwe bernedin û têkoşîna wan a hiqûqî ya ji bo aştiyê dê bêrawestan berdewam bike.

Di mitînga fînalê ya HDPê ya 5ê Hezîrana 2015an de, li Qada Îstasyonê ya Amedê du êrişên bombeyî yên hemwext pêk hatin. Di komkujiyê de Ramazan Yildiz (16), Cîvan Aslan (17), Şeyhmûs Çakan (34), Necatî Kûrûl (47) û Alî Turkmen (65) jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 400 welatî birîndar bûn û bi dehan kes astengdar man. Sê qonaxên darizandinê jî bi vî rengî bi dawî bûn: 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê kujer Orhan Gonder, Mûstafa Kilinç û Îsmaîl Korkmaz her yek 4 caran bi muebbeda giran û bi hezaran salan mehkûm kirin, Burhan Gok jî hate beraetkirin. Li Amedê doza “kêmasiya ewlehiyê” ya li dijî 14 polîsan bi beraatê bi encam bû û dadgeha îstînafê ev biryar di Gulana 2022yan de pejirand. Di qonaxa îdarî de jî 2yemîn Dadgeha Îdarî ya ya Amedê di Îlona 2018an de dewlet bi “kêmasiya xizmetê” mehkûm kir û Wezareta Karên Navxwe mehkûmî dayîna tezmînatê kir. Yek ji parêzerên dozê Nadîde Kûrûl û Lîsa Çalan a ku di teqînê de her du lingên xwe ji dest da, di salvegera 11emîn a komkujiyê de ji ajansa me re axivîn.

‘Gilî ji aliyê Dadgeha Herêmî ve nehat qebûlkirin’

Nadîde Kûrûl diyar kir ku piştî komkujiyê, ji aliyê wan ve derbarê hemû wezîfedarên giştî yên ku berpirsyariya wan heye de gilî hate kirin û wiha got: “Lêpirsîn û doz tenê di asta memûrên ku li qada mîtîngê wezîfedar bûn de bi awayekî bisînor hat meşandin. Di pêvajoya darizandinê de daxwaza me ya giliya derbarê Walî, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr û Alîkarê Midûr, Midûrê Şaxa TEMê, Midûrê Şaxa Îstîxbaratê û Midûrê Şaxa Ewlehiyê yê Serdemê de ji aliyê Dadgeha Herêmî ve nehat qebûlkirin. Di encama darizandinê de derbarê hemû bersûcan de biryara beraatê hat dayîn. Li ser pejirandina vê biryarê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve, serlêdana kesane ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî di demeke nêz de biryar da ku serlêdana me neyê qebûlkirin. Li dijî vê biryarê, me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Dadgeha Îstînafê daxwazên me yên îstînafê yên derbarê cezakirina hemû bersûcan de li gorî bendên sûcên li dijî mirovahiyê red kiribû. Ev biryara ku bi lêkolîn û lêpirsîneke kêm hatibû dayîn, ji aliyê me ve hatibû temyîzkirin. Ev dosya hîn jî di qonaxa nirxandina temyîzê de ye.”

‘Piraniya delîlan di wextê xwe de û li gorî qayideyê nehatin komkirin’

Nadîde Kûrûl di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku komkujiya ku bûye mijara dozê bi tesadûfî pêk nehatiye û wiha domand: “Ji dema ku bersûc Orhan Gonder hatiye Tirkiyeyê û vir ve, teqez e ku her gavek hatiye plankirin û êriş li gorî vê planê pêk hatiye. Berî her tiştî, gava ku di ser sîstemê re lêpirsîna wî bi awayekî pir hêsan bihata kirin, mimkun bû ku bihata tespîtkirin bersûc Orhan Gonder wekî ‘kesê winda yê terorîst’ lêgerîna wî heye û bi vî rengî pêşî li komkujiyeke wisa bihata girtin. Tişta ku li vir qewimiye divê were lêpirsînkirin; berpirsyarî û kêmasiya wezîfedarên dewletê û dewletê bixwe ye ku di her gava pêkhanîna komkujiyê de wezîfeyên xwe bi cih neanîne. Lê mixabin, polîtîkaya necezakirinê di vê dosyeyê de jî hat dubarekirin.”

‘Têkoşîna me ya hiqûqî dê bêrawestan berdewam bike’

Nadîde Kûrûl di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di 18ê Gulana 2015an de avahiyên HDPê yên Edene û Mêrsînê bi awayekî hemwext rastî êrişên bombeyî hatibûn û got: “Di pêvajoyeke ku êrîşên bi vî rengî yên giran lê hebûn de, di mîtînga HDPê ya li Amedê de prosedurên ewlehiyê yên rûtîn jî nehatin kirin. Taybetmendiya hevpar a hemû faîlên komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê ew bû ku ew ji koma ku tevli DAIŞa li Semsûrê bûbûn û çûbûn Sûriyeyê bûn. Piştî vê yekê, ji ber neqilkirina dosyeyê ji bo Enqereyê, mafên muwekîlan ên wekî darizandina adil, serlêdana biserûber û gihiştina dadgehê hatin binpêkirin. Kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn û kesên ku xizmên xwe winda kiribûn, nekarîn dosyeyê bişopînin û tev li danişînan bibin. Dosye nehatiye girtin. Dosyeya li Enqereyê hîn jî di qonaxa temyîzê de ye. Her wiha serlêdan ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî dê were kirin. Têkoşîna me ya hiqûqî di vê wateyê de dê bêrawestan berdewam bike.”

‘Çend sal derbas bibin jî ew birîn her tim zindî ne’

Lîsa Çalan jî di destpêka axaftina xwe de kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji gaziyan re selametî xwest û wiha got: “Ew teqîna ku qewimî, di bîra me da birîneke pir mezin vekir. Em hêj hewldidin bi vî awayî bi vî şerî ra bijîn. Lê mixabin ev tişt qewimî, lê piştî vê bûyerê jî gelek bûyerên din jî qewimîn. Gelek teqînên din jî çêbûn. Û te dît wekî Kurdan ew pêvajoya ku ev 10 sal in ku derbas bûn, pêvajo destpêka wê rojê û ew pêvajo jî gelek giran derbas bû. Ji ber vê giraniyê jî, bi rastî ne tenê 5ê Hezîranê, ew 10 salên dawî ji bo me zehmet bû. Îro mirov her tiştî tîne ber çavan, tiştên ku li Sûriyê jî qewimîn, beriya 5ê Hezîranê bû, hemû bi hev ve girêdayî ne bi rastî. Dema ku mirov li ser van bûyeran dipeyive, her peyv, her bîranîn wekî barekî giran rûniştiye li ser dilê mirov. Ew teqîna 5ê Hezîranê ne tenê di wê rojê da ma, wekî ku te jî got, wekî belayekê, wekî sîwanekî reş girt ser jiyana me û bi salan berdewam kir. Çiqas sal derbas bibin jî, bandora wan birînan di bedena mirov da, di bîra mirov da her tim zindî dimîne.”

‘Em pêvajoya nû xurt bikin’

Lîsa Çalan di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Êriş ne tenê bûn sedema ku me lingê xwe, canê xwe ji dest dan, paşê bi hezaran mirovan ji ber êriş û komkujiyan jiyana xwe ji dest dan, malên wan xira bûn. Ev 11 sal in ez gelek caran têkildarî nexweşiya xwe li ser vê bûyerê axivîm û min gelek caran hestên xwe anîn ziman bi rastî mirov diwest e. Ji ber wî, hîn jî ez wekî Lîsa li ber xwe didim ku xwe baş bikim. Niha jî ji bo tedawiyê li Almanyayê me, ji bo sê ameliyatan li vir im. 11 sal derbas bûn, lê hêj ew birîna li me vebûyî nehate girtin. Jiyana min bi giştî guherî. Ez fêr bûm ku dema bûyerek hate serê mirov mirov çawa dikare bûyereke ku hatiye serê me, mirov bîne ziman, li dinyayê belav bike, çawa behsa çîroka xwe, çîroka Kurdan bike û bikare ji windabûyînê xilas bibe. Me hewlda ku ev dozên hatine vekirin, bînin ziman û li derdorê belav bikin, li qada navneteweyî bînin ziman ku çi anîn serê me. Ev saleke em gihiştine qonaxeke nû ev êşên ku me kîşandine me bêtir bi vê pêvajoyê ve girêdidin. Ez bala xwe didim dema nû ya aştiyê.”

‘Bi wan êşên ku me kişandine re em berê xwe didin aştiyê’

Lîsa Çalan di dawiya axaftina xwe de ev qala pêkanîna aştiyek civakî û dadperweriyê kir û wiha got: “Kengî zemîna hiqûqê di nav vê civaka giştî de tam ava bibe, wê demê mirov dikare bêje rast e hiqûq pêk hatiye. Ji ber ku ev sûc, ne sûcekî tenê ye ku ew du kes an sê kes bûn, em behsa îdeolojiyekî dikin. Li berçavên cîhanê van sûcên xwe berdewam kirin, hewldan ku xwe meşrû bikin. Mixabin cîhanê jî çavên xwe li van bûyeran girtiye, naxwazin van bûyeran bibînin. Pêvajoya aştiyê heye û gel van êşan, em dîsa berê xwe didin aştiyê. Lê ew nayê wê wate yê ku em van êşan ji bîr dikin. Em dev ji mafê xwe bernadin, em hêj mafê xwe diparêzin, em bîra xwe diparêzin. Ez wisa ji bo aştiyê jî amade me. Min çawa ji bo wan wehşetan li cîhanê dengê xwe bilind kir, ji bo aştiyê jî dikarim heman tiştî bikim û dikim jî, hewldidim bikim jî. Em ê bibin perçeyekî avakirina nû.”

Etîket: HDPLîsa ÇalanQada Îstasyonêteqîna 5ê Hezîranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

1 GULAN 2026
‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

21 MIJDAR 2025
‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

2 MIJDAR 2025
Taşçier: Gelê Kurd çok nedanî û li ber xwe da

Taşçier: Gelê Kurd çok nedanî û li ber xwe da

2 MIJDAR 2025
Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

9 COTMEH 2025
HDPê 6emîn kongreya xwe li dar xist

HDPê 6emîn kongreya xwe li dar xist

5 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (79)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne