Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê bi armanca xurtkirina hilberîn û piştgiriya jinan li Bostana Komuna Jinan şitilên firingî û rihanê hatin danîn.
Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê bi armanca xurtkirina hilberîn û piştgiriya jinan li Bostana Komuna Jinan a ku di bin sîwana Navenda Piştgiriya Jinan a Binevşê de hatiye avakirin, şitilên firingî û rihanê hatin danîn. Hevşaredara Bajare Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka DBPa Amedê Ruçem Vefa Elyakut, Hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Endamên Meclîsê, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariyê, Meclîsa Jinan a DTSOyê, Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jinan bi hev re şitil danîn.
Armanc ew e ku beşdariya jinan a di hilberînê de zêde bibe
Li bostanê şitilên firingî û rihanê hatin danîn û ji bo avdana wan xortimên avê hatin bicihkirin. Ji bo hişkkirinê, firingiyên cureyê “Linda” hatin çandin. Jinan cî bi cî bi stran û tilîliyan şitil danîn. Bostana Komuna Jinan a ku li Taxa Ûçkuyularê ya navçeya Yenîşehîrê li ser qadeke 7 donimî hatiye avakirin, armanc dike ku bi beşdariya jinan a di hilberînê de zêde bike, piştgiriya navbera wan xurt bike û çandeke jiyana hevpar li pêş bixe.
Bi vê projeyê re, ji çandinê heta pûşkirin û çandiniyê ji jinan re perwerdeyên cûr bi cûr tên dayîn û bi vî rengî tê armanc kirin ku ew di warê hilberîna çandiniyê de zanîn û tecrubeyê bi dest bixin. Her wiha di bostanê de cihên bêhnvedanê û qadên bikaranîna hevpar jî hene ku jin bikarin li wir bên cemhev, hem hilberînê bikin hem jî têkiliyên xwe yên civakî xurttir bikin.




















