• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AYMê guhertina rêziknameya nafakayê betal kir

    AYMê guhertina rêziknameya nafakayê betal kir

    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê Pirtûkxaneya Rojîn Kabaîşê hat vekirin

Amed / AW

18 NÎSAN 2026 - 16:07
Kategorî: ÇAND, JIN, MANŞET
A A
Şaredariya Bajarê Nû li Parka Mehmed Ûzûn a li Taxa Şehîdlîkê ya navçeya Bajarê Nû Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîşê vekir.

Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê li Parka Mehmed Ûzûn a li Taxa Şehîdlîkê Pirtûkxaneya Gel a Rojîn Kabaîşê vekir. Hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, malbata Kabaîş, siyasetmedar Çetîn Arkaş û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî beşdarî bernameya vekirina pirtûkxaneyê bûn. Li ser pirtûkxaneyê nivîsa “Ji bo bîranîna jin û zarokên ji aliyê mêran ve hatine kuştin” hate nivîsîn.

Di bernameyê de Hevşaredarên Yenişehirê Safîye Akdag û Mehmet Ergûn axivîn destnîşan kirin ku ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan û çîrokên wan ber bi çav bikin cihên wiha pir bi qîmet in û diyar kirin ku têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bepirsyartiyeke civakî ye. Hevşaredaran da zanîn ku dê pirtûkxane bibe cihê perwerdekirina jin û zarokan.

‘Ev mîraseke mezin e’ 

Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş jî axivî û spasiya şaredariyê û gelê Amedê kir. Kabaîş, waliyê Wanê rexne kir ku destûr nedaye navê Rojînê li saziyan were kirin û wiha got: “Hûn ji çi aciz bûn ku we nehişt? Gava ez navê Rojînê li ser deran dibînim ez pir kêfxweş dibim û ez dizanim her kes lê xwedî derdikeve.”

‘Heta ku dewlet bibe dewleta hiqûqê wê têkoşîna me bidome’ 

Sîyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş jî li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sekreterya ya Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Di destpêka bûyerê de diyar bû ku tiştek di nava vî karî de heye. Heman tişt ji bo Gulîstanê jî derbasdar e. Heke di encama têkoşîna hin hêzên di nav dewletê de tiştên bi serê Gulistanê hatine hatibin deşîfre kirin ev ne layiqî dewleteke hiqûqê ne. Divê em ji bo tiştên bi serê Rojînê hatine jî li benda tişteke wiha nemînin. Ji ber vê yekê bi wate ye ku malbata me îşaret bi hin kes û saziyan dike. Divê ev were fêmkirin. Nav û wêneyên Rojînê li vir hene. Li Wanê hin kes ji navê Rojînê aciz dibin. Çawa ku ji navê Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Orhan Dogan aciz dibin ji navê Rojîn Kabaîş jî aciz dibin. Heta ku Tirkiye bibe dewleta hiqûqê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û wan aciz bikin.”

Piştî axaftinan, kurdeleya pirtûkxaneyê ji aliyê Malbata Kabaîş, Dayîkên Aştiyê, Çetîn Arkaş û hevşaredaran ve hat birîn. Beşdar li hundirê pirtûkxaneyê geriyan û piştgirî dan xebatên çandî yên şaredariyê.

Etîket: Çetîn ArkaşNîzamettîn KabaîşPirtûkxaneya Gel a Rojîn KabaîşRojîn Kabaaredariya Bajarê Nû
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

4 HEZÎRAN 2026
Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

28 GULAN 2026
Bavê Rojîn Kabaîş çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

Bavê Rojîn Kabaîş çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

17 GULAN 2026
Ciwan dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin

Ciwan dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin

17 GULAN 2026
Wezîrê Dadê Gurlek: Em ê telefona Rojîn bişînin Çînê

Wezîrê Dadê Gurlek: Em ê telefona Rojîn bişînin Çînê

6 GULAN 2026
Bavê Rojîn Kabaîşê dê bi Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne

Bavê Rojîn Kabaîşê dê bi Akin Gurlek re hevdîtinê pêk bîne

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê sîxûrek ceza kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di pêşengtiya jinan de şitilên ewil ên Komuna Çandiniyê hatin çandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (80)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne